Fermandarê koma ‘Artêşa Îslamî’ ê digot ‘em ê PKK’ê bin ax bikin’ bin ax bû
Fermandarê koma ku bi navê Artêşa Îslamê tê binavkirin, ê bi navê Zehran Elûş di êrîşên ku tê gotin ên balefirên Rûsî ne de hat kuştin.
Fermandarê koma ku bi navê Artêşa Îslamê tê binavkirin, ê bi navê Zehran Elûş di êrîşên ku tê gotin ên balefirên Rûsî ne de hat kuştin.
Li gorî ajansa Reuters, Fermandarê koma ku bi navê Artêşa Îslamî tê binavkirin, tevî hin endamên din ên komê di êrîşên ku civîneke komê li herêma Xota El-Şerqiyê ya paytexta Sûriyeyê Şamê hedef girtiye de hatiye kuştin.
Elûş ji fermandarên koma bi navê Artêşa Îslamî tê binavkirin a ku di sala 2013’an de ji gelek komikên opozisyonê yên bi piştgiriya dewleta Tirk hatiye avakirin e.
Koma ku navê Artêşa Îslam tê bi nav kirin di 27’ê Hezîrana 2015’an de bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo kiryarên dewleta Tirk li hember gelê Bakurê Kurdistanê ragihand.
Koma ku bi navê Artêşa Îslamê tê binavkirin, yek ji komên ku beşdarî qaşo kongreya muxalefeta Sûriyeyê ya ku di 9- 10’ê Kanûna 2015’an li Riyadî hat lidarxistin, bibû.
Elûş piştî hevdîtina xwe ya bi rayedarên Tirk re dijminantiya xwe ya bi Kurd û Elewiyên Sûriyeyê veneşartibû, wiha gotibû: “Em ê PKK’ê li Sûriyeyê bin ax bikin.”