Li Silopiyayê dema wesayîta zirxî derbas dibû têqîn pêk hat
Li Taxa Şehîd Harun a Silopiyayê dema wesayîta zirxî derbas dibû têqîn pêk hat. Gelek ambûlans sewqî cihê teqînê hate kirin.
Li Taxa Şehîd Harun a Silopiyayê dema wesayîta zirxî derbas dibû têqîn pêk hat. Gelek ambûlans sewqî cihê teqînê hate kirin.
Li navçeya Silopiyaya Şirnexê êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li ser Taxa Şehîd Harun Boy zêde bûn. Dema ku wesayîtên zirxî hewl didan bikevin taxê, li derdora Dibistana Seretayî ya Ahmet Konuksever teqîneke tund pêk hat.
MİRÎ Û BİRÎNDAR HENE
Li gor agahiyan, di teqînê de di wesayîta zirxî de xisarek mezin çêbûye. Hate diyarkirin ku di encama teqînê de mirî û birîndar jî hene û ambûlans sewqî cihê teqînê hatine kirin.
Li navçeyê êrîş û pevçûn berdewam dikin.