Ji bo şermezarkirina terora dewletê, li Geverê jiyan sekinî
Bi armanca şermezarkirina terora dewletê, li Geverê esnafan dikan venekirin, xwendekar neçûn dibistanan û ajokaran kontak girtin.
Bi armanca şermezarkirina terora dewletê, li Geverê esnafan dikan venekirin, xwendekar neçûn dibistanan û ajokaran kontak girtin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, ji bilî dermanfiroş û firinan, ti dikan nehatin vekirin û ajokaran kontak girtin.
Bi dehan esnafan li ser derabeyên xwe yên girtî nivîsên wekî "Li Gazzeyê Îsraîl, li Kurdistanê AKP" "Amadekariya qatlîaman, şerê qesrê bide rawestandin" "Berxwedan jiyan e" "Xwerêveberî mafê bingehîn e" "Ji Geverê ji Botan û Amedê re hezar silav" nivîsandin.
Li navçeya ku jiyan hate rawestandin çalakiya boykotkirina dibistnan jî di roja 3. de ye. Li navçeyê xebatkar û mamoste jî naçin dibistanan û ji ber vê yekê deriyê dibistanan hatine qefaltin. Xwendekarên dersxaneyan jî îro neçûn û piştgirî dan çalakiya boykotê.
Li asîmanên navçeyê jî tevgera helîkopteran heye. Li ber deriyê saziyên dewletê hejmara wesayîtên zirxî hatin zêdekirin.