Li Roboskî wê komxebata reda wijdanî bê lidarxistin
Li Roboskî, wê bi şiyara 'Li dijî komkujiyan jiyan, li dijî şer aştî' komxebata reda wijdanî were lidarxistin.
Li Roboskî, wê bi şiyara 'Li dijî komkujiyan jiyan, li dijî şer aştî' komxebata reda wijdanî were lidarxistin.
Beriya salvegera 4. a komkujiyê, wê li Roboskî bi şiyara 'Li dijî komkujiyan jiyan, li dijî şer aştî' komxebata reda wijdanî were lidarxistin. Komxebat wê roja Şemiyê bi pêşengiya aktîvîstên aştiyê Meral Geylanî û Yannîs Vasîlîs Yaylali ve bê organîzekirin. Di vê komxebatê de wê mafê redkirina hilgirtina çek a ji ber bawerî, nêrîna siyasî û nirxên exlaqî yên mirovan, bên nirxandin. Di vê komxebata li Roboskî-Der'ê were lidarxistin de wê fîlmê li ser mijar antî mîlîtarîst bê nîşandan.
Piştî nîşandana fîlm, wê tecrûbeyên ciwanên Roboskiyî yên redkarên wijdanî bên vegotin û komxebat wê bi 'kursiya serbest', bi dawî bibe.