Êrîşên li ser Şêxmeqsûd didomin

Çeteyên El-Nusra û Ehrar Sûriya êrîşên xwe yên bi bi çekên giran li ser taxa Şêxmeqsûd didomînin.

Nûçegihanên ANHA’yê ji taxa Şêxmesûd ragihanin çeteyên El- Nusra û Ehrar Sûriya ji aliyê herêma Kestêlo ve êrîşên xwe yên bi top û çekên giran li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê didomînin.

Her hiwa çete bi siwqastên xwe yên li herêmên derdora taxê bi cih kirine, sivîlan armanc digrin.

Topbaran kirina taxê ji aliyê çeteyan ve didime.

Nûçegihanan diyar kirin ku li taxê şer û pevçûn di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyan de jî didomin.