Suryaniyan ji ber komkujiyên AKP dike, Noel pîroz nekirin
Ji ber komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, Suryaniyan Cejna Noelê pîroz nekirin. Suryaniyan diyar kirin ku hêzên dewletê bi tank û topan Kurdistan kirine dojeh.
Ji ber komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, Suryaniyan Cejna Noelê pîroz nekirin. Suryaniyan diyar kirin ku hêzên dewletê bi tank û topan Kurdistan kirine dojeh.
Suryaniyên li Bakurê Kurdistanê dijîn, Cejna Noelê li Dêra Mor Şmonî bi ayînekê pêşwazî kirin. Cejna Noelê ku her sal bi kêf û coş dihat pîrozkirin, îsal ji ber komkujiyên dewlet li Kurdistanê dike, bi xemgînî hat pêşwazîkirin.
Metropolîtê Suryanî yê ku li dêrê serdan qebûl kir, bal kişand ser komkujiyên li navçeyên derdora Mîdyadê û got, "Gava xwişk û birayên me tên kuştin, em nikarin cejna xwe pîroz bikin. Qedexeya derketina derve ya li herêma me û kuştina mirovan, êşên mezin bi gelê Kurd û gelên din didin kişandin. Bi hêviya ku Cejna Noelê bibe wesîle ji aştiyê re, me îro li dêr dûa kirin."
'JI BO ŞER BISEKINE, ME DÛA KIR'
Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyên Mêrdînê Yûhhana Aktaş diyar kir ku Kurdistan di nava dorpêçiya ji agir de ye, lewma wan li şûna pîrozbahiyê bi tenê ayîn kirine. Aktaş got, "Ji ber komkujiyên li gelê herêmê tê kirin, em hemû niha di nava şînê de ne. Navçeyên derdora me hatine dorpêçkirin, her roj mirov tên qetilkirin. Di rewşeke bi vî rengî de em çawa dikarin cejnê pîroz bikin? Bi tenê me dûa kir, ji bo ev şer bisekine. Rewşa kaotîk a li herêmê bandorê li ser Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Êzidiyên bi hezaran salan bi hev re dijîn dike. Hêviyeke me ya bi tenê heye, ew jî; bila Noel bibe wesîle ji aştiya civakî re."
'ERDNÎGARIYA ME VEGUHERANDIN DOJEHÊ'
Ji nûnerên Civata Suryanî Samî Akyol jî da xuyakirin, ku di demeke li hemberî Kurdên birayê wan komkujî tê kirin de, wan cejn pîro znekirine û got, "Erdnîgariya me ya ji jiyana hemû çand û baweriyan, bi tank û topan kirin dojeh. Bi mehan e mirov li malên xwe tên ragirtin. Nepêkan e ku di vê demê de em cejnê pîroz bikin."