Demîrtaş: Berxwedan wê bi ser bikeve; Kurd wê bibin vîna siyasî

Demîrtaş got, "Bend û xendek ne ji bo xwerêveberiyê, li dijî biryara komkujiyê ya Enqereyê hatin avakirin. Ji xwe xwerêveberî daxwazeke nû nîne. Daxwazeke ku bi sedan salan e gel dixwaze ye."

Demîrtaş di axaftina xwe ya li kongreya KCD'ê de xwedî li xwerêveberiyê derket û got, "Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevalên di vê demê de bi serbilindî sekinînin û li ber xwe dan, dikim. Kurd wê êdî li erdnîgariya xwe bibin vîneke siyasî." 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di Civata Giştî ya Awarte ya KCD'ê de axivî.

Demîrtaş destnîşan kir ku mafê xwerêveberiyê ji bo hemû gelan mafekî rewa ye û da zanîn ku beşeke girîng a beyannameya wan a hilbijartinê, xwerêveberî ye. Demîrtaş diyar kir ku nîqaşên bi şêweyê "di encama bend û xendekan de daxwaza xwerêveberiyê derket holê" nîqaşeke şaş e û got, "Bend û xendek ne ji bo xwerêveberiyê, li dijî biryara komkujiyê ya Enqereyê hatin avakirin. Ji xwe xwerêveberî daxwazeke nû nîne. Daxwazeke ku bi sedan salan e gel dixwaze ye."

Demîrtaş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser van xalan:

"Ti kes qebûl nake ku şexsek biryarê bide bê mirov çawa bijîn. Koleyan li dijî vê îsyan kirine. Mirovekî bi tenê jî vê yekê qebûl nake. Gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn wê çawa vê qebûl bike? Ciwanekî bi tenê jî vê qebûl nake. Kurdî yek ji zimanên herî zêde li Rojhilata Navîn tê bikaranîn e. Mirovekî bi tenê jî qebûl nake ku kesekî din wê/î bi rê ve bibe. Di rewşeke bi vî rengî de çima gelek vê yekê qebûl bike? Ya ku îro em dijîn, encamên vê şikestina dîrokî ye.

Xwerêveberî pêwendiya xwe bi rûmeta mirovan ve heye. Tu yê mîna kole bijî, yan jî bi rûmeta mirovahiyê bijî? Nabe ku xwerêveberî biçûk were dîtin. Li dijî komkujiyê, sekin û têgihiştina li xendek û bendan e. Li hemberî kes û hêzên ku dibêjin, 'kî li ser vê mijarê bifikire, ez ê wan tine bikim', gelo kolandina xendekan û danîna bendan tiştekî gelekî zêde ye? Eger vê nekin, wê karibin çi bikin? Bila bêjin em bi siyasetê re çareser bikin, hingî ser çavan. Lê belê cewhera xwerêveberiyê jî neanîn ser maseyê. Vaye me li Dolmabahçeyê ev anîn ser ziman, lê qiyamet rakirin. Birêz Ocalan bi sebreke bêhempa anî wê radeyê. 16 sal in bi radyoyeke xwe ya biçûk û 3 pirtûkên xwe re, hemû hevsengiyên Rojhilata Navîn ji we baştir xwend, zemîna vê amade kir, berxwedana wê afirand. Li pêşberî lîderekî bi vî rengî, hûn hemû biçûk bûn. Wî bi xwe ev hemû li Îmraliyê bilêv kir. Ji heyetên me re bi taybetî destnîşan kir û got, biçin vê li Enqereyê baş bidin fêmkirin. Got ku em muzakereyeke dîrokî dikin, vê yek baş vebêjin û bidin fêmkirin."

Demîrtaş, destnîşan kir ku ew êdî naxwazin dîroka înkar û îmhayê dubare bibe û dixwazin bi gelên Tirkiyê re pêşeroja xwe diyar bikin. Demîrtaş, anî ziman ku kesên xendekan biçûk dibînin rastiyê nabînin û wiha got: "Zêdeyî 30 caran me Îmralî ziyaret kir. Di nava 2.5 salan de me her tişt kir. Lê dawiya dawî xwestin me di bin benda hilbijartinê de bihêlin û me bi xeniqînin. Em bombe kirin, qetil kirin û avêtin zindanan. Siyaseta me tune hesiandin. Li gel hemû êrîşan me destûr neda AKP bi serê xwe bibe îxtîdar. 

Demîrtaş ragihand ku ciwanên kurd bi zanebûn û hişyariyê derketine rê û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ji ber ku heviya wan ji Enqereyê nemaye. Ji ber ku mase hat qelibandin û li şûna wê tank û top xistin kolanan ciwan îsyan dikin. Ev berxwedan wê bi serketinê bi encam bibe. Divê her kes hurmetê ji vîna gel re nîşan bide. Em daxwazin ji zarokên xwe re pirsgirêkan bihêlin. Ger ku 10 - 50 sal şûnde dayikên me dîsa cenazeyan rakin, mafdar in me nalet bikin. Roj îro ye. Dewlet bi tank û topên xwe dixwaze îmha bike. Lê li hemberî vê yekê biryar, rewa û mafê me heye. Me di dîrokê de ti carî serî netewand. Ji niha û şûnde jî em serî natewînin. Em ti carî îxanetê bi dîroka xwe re nakin. Vîn û îtîfaqa gel, ji çekan bihêztir e." 

Ew dixwazin bi hêza çek, tank û topan vîn û statuya kurdan nas nekin. Lê gele kurd statu û rêveberiya cewherî dixwazin. Kurd êdî dixwazin li ser axa xwe, bi vîna siyasî bijîn. Kurdistan li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn wekî rojê ronî dike. Hemû dost û hogirên me yên wekî çerm û goşt bi mere ne divê teqez vê yekê bizanibin. Divê hêz û piştgiriyê bidin me. Divê em mil bi mil têbikoşin. Dedsala li pêş me dê sedsala statuya Kurdistanê be. Bedela wê giran be jî biryar û baweriya me nayê guhertin. Hin mirovên me hene kevirê gora wan tune. Bedela wê çi dibe bila bile em amade ne. Me hemû rêbazên diyalog û hevdîtinê kirin, lê hemû hatin redkirin. Ji ber ku biryara înfazê dane. Ji bo hevsengiyên Rojhilata Navîn naxwazin gelê kurd bibe vîn û hêz." 

Kongreya KCD'ê bi axaftinan didome.