BI DÎMEN

'Di dema Raperînê e Bakur li me xwedî derket, niha dora xwedîderketinê ya Başûr e'

Berdevkê Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî got, "Di sala 1990'î de dema Raperînê destpê kir, gelê Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran welatiyên ji Başûrê Kurdistanê vehewand. Niha dora xwedîderketinê ya me ye."

Berdevkê Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî got, "Di sala 1990'î de dema Raperînê destpê kir, gelê Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran welatiyên ji Başûrê Kurdistanê vehewand. Niha dora xwedîderketinê ya me ye."

Berdevkê Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku xwedî li berxwedana xweparastinê ya Bakurê Kurdistanê derkeve. Kerkûkî diyar kir ku divê Kurd hemû bi taybetî jî rewşenbîr û partiyên siyasî xwedî li berxwedana xwerêveberiya demokratîk a li Bakur derkevin û destnîşan kir, ku azadiya gelê Bakurê Kurdistanê gelekî nêz e, lewma divê ev têkoşîn were destekkirin.

Kerkûkî ragihand ku îlana xwerêveberiyê û xweparastinê, rêya çareseriyê nîşan daye û got, "Em vê biryara gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê hêja dibînin û heta dawiyê destek dikin. Girîng e li her çar parçeyên kurdistanê partiyên siyasî xwedî li îlana xwerêveberiya gelê me derkevin. Biryara xwerêveberiyê ne parçekirin e, pêngava demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Ji ber ku ev pêngav, zîhniyeta tekparêz û faşîzan a li Tirkiyeyê parçe dike, Erdogan û AKP bi hemû hêza xwe êrîşî wê dikin."

'DI DEMÊN HERÎ ZEHMET DE GELÊ BAKUR HEMBÊZA XWE LI ME VEKIR, NIHA DOR A BAŞÛR E'

Berdevkê Tevgera Azadî da xuyakirin ku divê partiyên siyasî û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê dengê xwe tevlî qîrîna azadiyê ya ji Bakur Bilind dibe bikin û got, "Miaxbin li Başûrê Kurdistanê, hem hikûmet, hem jî partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, li hemberî êrîşên li dijî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, nerazîbûneke têrker nîşan nadin. Gelek derdor ji nedîtî ve tên. Nabe ku li qetilkirina xwişk û birayên me were temaşekirin. Pêwîste Kurd hemû bi taybetî jî rewşenbîr û partiyên siyasî xwedî li berxwedana xwerêveberiya demokratîk a li Bakur derkevin. Divê em vê bêdengiya li Başûrê Kurdistanê bişikînin."

Huseyîn Kerkûkî diyar kir ku di sala 1990'î de, di dema raperîna azadiyê ya gelê Başûrê Kurdistanê de, gelê li Bakurê Kurdistanê bi hesta welatparêziyê pêla koçberiyê pêşwazî kir û got, "Baş e, di vê dema ku Bakurê Kurdistanê ewqasî nêzî azadiya xwe ye û rejîma Tirk a faşîst bi hemû hêza xwe êrîş dike de, gelo rast e ku gelê me yê li Başûrê Kurdistanê bêdeng bimîne? Divê bêdeng nemîne. Dawî li vê bêdengiya xwe bîne û li cem gelê me yê Bakur cih bigire."

Kerkûkî da zanîn ku şoreşa li Bakurê Kurdistanê şoreşeke piralî ye û got, "Ji aliyê siyasî, aborî, çandî û civakî ve li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke şoreşê heye."

Kerkûkî herî dawî got, "Di demeke ku gelê Kurd bûye hêza herî bi bandor a Rojhilata Navîn de em eger yekîtiya xwe pek bînin û bi stratejiyeke hevpar tevbigerin, hingî azadî nêz e."