Dîcle: Li çiyê têk çûn, wê li bajaran jî têk biçin
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di Civata Giştî ya Awarte ya KCD'ê de ji delegasyonê re axivî.
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di Civata Giştî ya Awarte ya KCD'ê de ji delegasyonê re axivî.
Hevserokê KCD'ê bal kişand ser qetlîamkeriya hêzên dewletê û got, "Çawa ku li zîndana Amedê têk çû, di salên 90'î de li çiyayên Kurdistanê têk çû, wê li bajaran jî têk biçe."
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle di Civata Giştî ya Awarte ya KCD'ê de ji delegasyonê re axivî.
'LI ÇIYAYAYÊN KURDISTANÊ TÊK ÇÛN, WÊ LI BAJARAN JÎ TÊK BIÇIN'
Dîcle da xuyakirin ku pêkanînên hov ên li zîndana Amedê, çawa ku bi gotina 'berxwedan jiyan e' têk çûn, çawa ku bexwedan li gelemperiya Kurdistanê belav bû, di salên 90'î de li çiyayên Kurdistanê têk çû, wê îro li bajaran jî têk biçin.
Dîcle got, "Em gelekî mezlûm in. Em dixwazin li ser xaka xwe bi awayekî azad bjîn. Dema li dîroka Kurdan were temaşekirin, wê bê dîtin ku kolebûyîn nîne. Gelê Kurd di oxira parastina rûmeta xwe de ti carî teslîmiyet qebûl nekiriye, wê ti carî qebûl neke. Ez dizanim ku li hemberî vê hovîtiyê, hestên me yên îsyanê hene. Em di heman demê de weke siyasetmedarên gelê xwe, bi şêweyekî ku destekê dide gelê Kurd, em bi aqlê xwe tevdigerin."
'EM Ê DEKLARASYONA XWE YA LI SER XWERÊVEBERIYÊ PÊŞKÊŞ BIKIN'
Dîcle got, "Em dixwazin dawî li vê pêvajoya krîtîk bînin" û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Em siyasetmedar dikarin çi bikin? Ji bo diyalog û hevdîtinê, em kîjan gavan biavêjin ku weke siyasetmedarên Kurd em berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelê xwe bi cih bînin. Daxwazên me yên li ser xwerêveberiyê, her çend di danezanên encamê yên Civaka Giştî ya KCD, her wiha ji aliyê HDP, KCD û DBP'ê ve gelek caran hatine bilêvkirin jî, em ê di encama nîqwaşên dur ojan de vê projeya xwe careke din pêşkêş bikink. Dibe ku ev cara dawî be. Eger bi aqlê selîm nêzîkatî bê nîqaşdan, wê li tevahiya belav bibe. Di destpêkê de li Kurdistanê dûre wê li metropolên Tirkiyeyê belav bibe. Em vê dibînin. Di hundirê me de hêrsek heye, yên tên kirin nayên qebûlkirin. Em dibêjin di rêya azadiyê ya ku Rêbertî nîşan daye, çareserî heye. Em ê deklraasyona xwe ya çareseriya siyasî ya li ser xwerêveberiyê pêşkêşî gelên Tirkiyeyê bikin.
'GELÊ KURD WÊ MAFÊ XWERÊVEBERIYÊ BI KAR BÎNE'
Ez dixwazin bi perspektîfa rêbertiyê bînim ziman. Xwerêveberî, xweseriya demokratîk, di cih de rêvebirin û demokrasiya xwecihî di heman wateyê de ne. Xweserî wekî peyv xwerêvebirin e. Bi yewnanî demos gel e. Xweseriya demokratîk û xwerêveberî ya demokratîk xwerêvebirina gel bi xwe ye. Di dîrokê de beriya ku dewlet derkevin holê jî ma sîstema xwerêveberiya gelan tine bû? Ma dewletê da destpêkirin. Na. Beriya dewletê ya deh hezaran salan rêbazên xwerêvebirinê yên herî rehet hatin bikaranîn. Federasyonên eşîran hebû. Îro jî em dibînin konfederasyonên eşîran hene. Ji ber vê jî em bi aweyeke rehet dibêjin ku xwerêvebirin beriya dewletê jî hebû. Mafê xwerêveberiyê mafakî rewa ye.
Dema ku dewlet derket holê xirabiya herî mezin li civakê kir. Dewletên ewil koledar in. Lê civakê xwestiye xwe bi rêve bibin û li dijî zalim a Asûr derketine, wisa ku ew jî li dijî daxwaza gel a xwerêveberiyê derneketin. Mîtannî, Gutiyan li ser vî axê xwerêveberiyên herî xurt nîşan dan. Eger îro berxwedana xwerêveberiyan ewqas mezin me ji ber mîrateya wan e. Yên ku îro zilmê dikin bila li dîrokê binêrin. Rêveberiya Babîlê li dijî împaratoriya Roma ya Kartacayê li ber xwe dan. Bajarê Palmîra ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hate xirakirin li dijî Persan li ber xwe da. Di demên feodal de jî ev têkoşîn hate dayîn. Di dema osmaniyan de eyalet hebûn. Xwerêveberîn di dîrokî de her tim hebû.
Xwerêveberî mafê me ye. Ev mafê xwezayî ya ji dîrokê tê wê gelê kurd bi kar bîne. Ti hêz nikare vê asteng bike. Dema Alparbal hate Anatolyayê kurd li vir bûn. Merwanî hebûn bi tiffaqa Kurdan ketin Anatolyoyê. Li hemberî xwerêveberiyê rêzdar bû. Yavuz Sultan bi kurdan re îtifaq kir. Pevçûn di sedsala dawî de qewimî. Sedem jî neqebûlkirina mafên kurdan e.
Di vê sedsalê de Kurd li dijî mafên hemû kesan rêzdar in. Li Efrîn, Kobanê, Cizîrê ev tê kirin. Em careke din dewletê vedixwînin muzakereyê. Hemû hewldana me berdewama muzakereyê ye. Li Swedê beriya sed salan çiyayê ku xwîn nebû nemabû. Îro em dibînin li wir hemû kes azad in. Dewlet wê nikaribe îradeya xwerêveberiyê bi şîdetê biçewisîne, gel jî dê dewletê nas bikin.
Hatîp Dîcle bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 'Hêza me ya cihanê têk bibe hebe jî em ê êrîşî kesekî nekin. Hemû cihan bibe yek û bi ser me de bê jî em ê bi îradeya xwe ve li ber xwe bidin' axaftina xwe bi dawî kir.