Ji bo şikandina dorpêçî û êrîşên li Kerboranê ku di roja 16. de ye, Kurdistanî hewl didin ji Mêrdîn û navçeyên wê xwe bigihînin Kerboranê. Tevî hemû astengiyan jî, bi sedan kesên li Mîdyadê hatin cem hev, bi biryar in biçin Kerboranê.
Parlamenterên HDP'ê Tûgba Hezer, Alî Atalan, Ahmet Yildirim, rêveberên DBP'ê yên bajar û navçeyên Mêrdînê, aktîvîstên KJA'yê tevî bi sedan kesî, bi konvoyeke ji wesayîtan, berê xwe dan Kerboranê.
Leşkeran li gundê Serbesê pêşî li girseyê birîn. Sekna gel a ji bo derbasbûnê dewam dike.