Bendava Teşrînê çima girîng e?

Herêma Teşrîn a ser bi navçeya Minbic a Helebê, 115 kîlometre dûrî navenda Helebê, 80 kîlometre jî dûrî ser xetê (Bakurê Kurdistanê) ye. Bendav ceyrana herêmê bi tevahî diafirîne.

Bendava Teşrînê ya ket bin kontrola hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwedî girîngiyeke stratejîk e. 

Herêma Teşrîn a ser bi navçeya Minbic a Helebê, 115 kîlometre dûrî navenda Helebê, 80 kîlometre jî dûrî ser xetê (Bakurê Kurdistanê) ye. Her wiha bi qasî 70 kîlometreyan li başûrrojavayê Kobanê ye.

Bendava Teşrîn dikeve ser rêya di navbera Heleb û Reqqayê. 100 gund derdora wê hene û şêniyên van gundan ji pêkhateyên Kurd û Ereb in.

Di 25’ê Mijdara 2012’an de Artêşa Azad navendên girêdayî bendavê (Navenda telefon, Navenda Xizmetguzariyê û girtîgeha rejîma Baasê) û bendav bi xwe rizgar kirin. Bi kontrolkirina Artêşa Azad ji bendavê re, herêmeke bi firehiya 70 km di navbera Heleb û Reqqayê ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye ket bi kontrola wan de.

Piştî 2 salan, di 15’ê Gulana 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bendav ji Artêşa Azad girtin bin kontrola xwe. Bendava Teşrînê, ji bo çeteyên DAIŞ’ê rêgeha bingehîn a navbera Cerablûs û Reqqayê ye û xwedî girîngiyeke mezin e.

Ji 23’ê Kanûnê ve hêzên HSD’ê li herêmê operesyon dikin. Şervanên QSD’ê îro ji danê sibehê ve ketin bendavê û li wir şerekî dijwar diqewime. Bi azadkirina bendavê re tê gotin ku ji aliyê stratejîk ve hêzên HSD’ê wê bibin xwedî serketineke girîng.