BI DÎMEN

Keça Dayika Taybet ji Erdogan re got: Tu me hemûyan qetil bike jî em ê ji vê dozê venegerin

Keça Taybet Înan a ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilklirin û cenazeyên wê bi rojan li naverastê hat hiştin Azîme Înan ji Erdogan re got, "Hesabê vê wê were pirsîn. Tu me hemûyan qetil bike jî, em ê dev ji vê dozê bernedin."

Keça Taybet Înan a ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilklirin û cenazeyên wê bi rojan li naverastê hat hiştin Azîme Înan ji Erdogan re got, "Hesabê vê wê were pirsîn. Tu me hemûyan qetil bike jî, em ê dev ji vê dozê bernedin."

Cenazeyê Taybet Înan a li navçeya Şirnex Silopiyayê ji aliyê polîsên tevgera taybet ên Tirk ve hat qetilkirin, piştî ku 7 rojan li cihê lê hat qetilkirin hat ragirtin, duh ji naverastê hat rakirin û birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Keça Înan Azîme Înan li vir peyivî û nerazîbûn nîşanî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan da. Înan diyar kir ku ya DAIŞ'ê li Kobanê kir, Erdogan jî li Silopiya û Cizîrê dike.

'EW BI XWE QETIL DIKIN Û RADIBIN DIBÊJIN YDG-H'YIYAN KIRINE'

Înan ragihand ku dewletê hem diya wê qetil kir hem jî nehişt ku bi rojan cenazeyê wê were rakirin û got, "Erdogan zalim e. Zîhniyetê wî zîhniyetê DAIŞ'ê ye. DAIŞ'ê li Kobanê çi kir, Erdogan jî li Silopiya û Cizîrê heman tiştî li gelê Kurd dike."

Înan anî ziman ku hêzên dewletê jinan dikujin û dûre dibêjin 'YDG-H kir' û got, "Gelo çavên Erdogan nabîne? Jin û zarokan dikujin, ew wan zarokan nabîne? Hovîtiyê dikin."

Înan diyar kir ku hêzên dewletê dîtine ku diya extiyareke bi kincê sivîl û tevî vê yekê jî ew qetil kirine. Înan da zanîn, ku apê wê Yûsûf Înan ê xwest cenazeyê diya wê rake, bi heman rengî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye kuştin û bavê wê jî li heman cihî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye birîndarkirin.

'EM Ê JI SEDÎ SED BI SER BIKEVIN'

Înan diyar kir ku wan bi rojan li cenazeyê diya xwe ya li naverastê bû temaşe kirine û destnîşan kir, ku ew ê li hemberî dewleta ku vê êşê bi wan dide kişandin, ji sedî sed bi ser bikevin û hesabê van hemû êşan bipirsin. Înan da xuyakirin, ku wê bi xwe dîtiye, hêzên dewletê dema dîtine ew gelekî diêşin, ev êşa wan pîroz kirine û got, "Ev mejiyê bê exlaq, ev zîhniyetê li dijî mirovahiyê, wê li vê xakê winda bike."

Înan ji Erdogan re got, "Tu me hemûyan qetil bike jî, em ê ji vê dozê venegerin. Tu yê bi ser nekeve."