HPG: 5 leşker hatin kuştin

HPG’ê diyar kir ku li qada Şêx Cûma ya girêdayî Bedlîsê artêşa Tirk operasyonek berfireh li dar xist. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakî û şer de 5 leşker hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkîldarî êrîşên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku 24’ê Kanûnê saet 16.30’an li dijî leşkerên li ser girê ewlehiya Bendava Ilisû ya girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê pêktanîn, hêzên gerîla çalakî li dar xistine. HPG’ê ragihand ku hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatine zelalkirin, da xuyakirin ku gelek ambûlans hatiye cihê bûyerê û mirî û birîndar rakirine.

LI BEDLÎSÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê diyar kir ku 21’ê Kanûnê li qada Şêx Cûma ya girêdayî Bedlîsê artêşa Tirk operasyonek berfireh li dar xist, wiha domand: “Di operasyona ku bi sewqiyatên leşkerî yên zêde yê li çiyayê Çember destpê kir de pêgerên hewayî yên keşfê jî hatin bikaranîn. 22’ê Kanûnê saet 02.00’an li dijî leşkerên ku komî disekinîn û ber bi çiyayê Sîser û girê Tûjikta ve diçûn, yekîneyek gerîlayên me çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi zelalî 3 leşker hatin kuştin, 9 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe saet 16.00’an bi 2 helîkopterên Skorsky ve rakir.”

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha berdewam kir:

“22’ê Kanûnê artêşa TC li qadên di bin kontrola hêzên gerîlayên me de tevger pêk anî. Li derdora çiyayê Çember di navbera hêzên me û leşkerên TC de şer qewimî. Di şer de 2 leşker hatin kuştin. Di dema şer de hevalê me Cesûr Garzan jî bi lehengî şer kir û gihişt şehadetê. Her wiha di dema vî şerî de têkîliya me bi gerîlayekî me re qut bû. Dîsa di heman rojê de balafirên şer herêm bomberdûman kirin.

23’ê Kanûnê saet 09.00’an artêşa TC li qada Sirê Gundê Hewekê 9 caran bi helîkopterên Skorsku leşker danîn. Leşkeran ji vir heta bejahiya gundê Herzê lêgerîn kirin; helîkopterên Kobra jî bê navber erazî kirin hedef, di erazî de şewat çêbû. Operasyon, 24’ê Kanûnê saet 21.00’an vekişiya. Ev operasyon bi tevlîbûna 5 hezar leşker û cerdevanên li gundên derdor ve pêk hat.”

BALAFIRÊN ŞER LI XAKÛRKÊ, LOLAN, ŞEKÎF Û OREMARÊ DAN

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî dan: “25’ê Kanûnê saet 18.00-20.30’an balafirên şer ên Tirk Şehîd Kerîm, Lolan û qûntarê girê Şehîd Şekîf ên li herêma Xakûrkê ya Herêmên Parasinê yên Medyayê, bomberdûman kirin.

25’ê Kanûnê saet 17.00-18.00’an balafirên şer, girê Şehîd Gafûr ê li sînorê qada Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bomberdûman kirin.”

LI DIJÎ HERÊMÊN GERÎLA ÊRÎŞÊN TOPAVÊJAN

HPG’ê têkîldarî êrîşên topavêjan jî wiha agahî parve kir: “25’ê Kanûnê saet 13.30-18.30’an qereqola Êrîş a li xeta sînorê herêma Zapê ya ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê; Tepê Hakan, her wiha saet 13.30-14.30’an de jî qereqola Êrîş; girê Xeregol, saet 21.00-21.30’an qereqola Tepê Ortê; qadên Çarserê û Tepê Sor bi hawan, obus û tankan ve bomberdûman kir.

25’ê Kanûnê saet 17.00-18.00’an û 26’ê Kanûnê saet 06.00-07.00’an qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê; qada Şehîd Gafûr da ber obus û hawanan.”

TEVGERA HEWAYÎ DIDOME

HPG’ê destnîşan kir ku tevgera hewayî jî didome, wiha ragihand: “25’ê Kanûnê saet 08.00-18.30’an ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê li ser herêma Avaşîn, saet 07.00-09.00’an û di navbera 26’ê Kanûnê (îro) saet 05.00’an û 11.00’an li ser herêma Metîna, saet di navbera 25’ê Kanûnê 19.00’an û 26’ê Kanûnê 11.00’an de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha 25’ê Kanûnê saet 15.00-17.00’an li ser herêma Garê, saet di navbera 17.00’an û 26’ê Kanûnê 06.30’an de tevgera balafirên şer çêbû.” 

AGAHIYÊN NASNAMEYA GERÎLAYEKÎ

Agahiyên nasnameya gerîlayê ku di şerê li Bedlîsê de jiyana xwe ji dest da wiha ye:
Nasnav: Cesûr Garzan
 Nav- Paşnav: Cuneyt Erkol
 Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
 Navê Dayik-Bav: Mefiye - Siyaahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 22’ê Kanûnê 2015 / Bedlîs

...