Xebatkara Azadiya Welat hate binçavkirin

Li navçeya Dêrikê xebatkara rojnameya Azadiya Welat Yasemîn Yilmaz û jineke ku navê wê nehat hînbûn hatin binçavkirin.

Li navçeya Dêrikê xebatkara rojnameya Azadiya Welat Yasemîn Yilmaz û jineke ku navê wê nehat hînbûn hatin binçavkirin. 

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê polîsan serê sibehê li taxa Kuçukpinarê bi ser maleke de girtin û jineke ku navê wê nehat hîn bûn binçavkirin. Xebatkara Azadiya Welat Yasemîn Yilmaz jî li nêzî Midûriyeta Polîsan a Dêrikê dema rojname belav dikir ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û hate binçavkirin. 

Her du kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn bidir Midûriyeta Polîsan a Dêrikê.