'Wê hesabê êrîşan bê pirsîn'

Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê ku ev du roj in hewl didin xwe bigihînin navçeya Kerboranê diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşan axa xwe biparêzin. Dayikan gotin: "Zarokên me tên qetilkirin. Em ê axa xwe biparêzin. Wê hesabê van êrîşan teqez bê pirsîn."

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê ku ev du roj in hewl didin xwe bigihînin navçeya Kerboranê diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşan axa xwe biparêzin. Dayikan gotin: "Zarokên me tên qetilkirin. Em ê axa xwe biparêzin. Wê hesabê van êrîşan teqez bê pirsîn."

Li Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyan a li dijî êrîşên dewleta AKP'ê hatiye destpêkirin her diçe xurtir dibe û xwedîderketin jî zêdetir dibe. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê ev du roj in hewl didin xwe bigihînin navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ku ev 16 roj in di bin dorpêç û terora dewletê de ye. Dayika bi navê Fatma Guneş (55) diyar kir ku ji bo aştiyê derketine qadan û li dijî şerê ku dewletê li Kurdistanê daye destpêkirin nerazîbûn nîşan da. Guneş wiha got: "Ma çi mafên wan heye Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Sîlopiya û Kerboranê bixînin vî halî. Çi mafên wan heye jinên ducanî bikujin. Wê rojekî hesabê van qatlîaman bê pirsîn."

'EM Ê AXA XWE BIPARÊZIN'

Guneş anî ziman ku dewlet ji bo ku gel bide koçberkirin ceryan û avê li ser wan dibire û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ey Erdogan çi mafê te heye tu ewqas êşê bi vî gelî dide kişandin. Gelê Kurd bila li dijî êrîşan êdî rabe ser piyan û piştgiriyê bidin şervanên aştiyê. Dewlet çi dike bila bike em ê axa xwe neterikînin. Me soz daye şervanên aştiyê em ê axa xwe biparêzin."

Dayika bi navê Hayriye Yilmaz (60) jî diyar kir ku li Kurdistanê şerekî mezin heye û di vî şerî de zarok tên qetilkirin. Yilmaz got: "Xwînmij di qesrê xwe de ne û zarokên me dişînin mirinê. Bila hemû cihan bibîhize bila zarokên me neyên kuştin. Bila cîgera yên ku zarokên me dikujin bişewite. Ji me çi dixwazin. Me axa wan dagir nekiriye lê ew dixwazin axa me dagir bikin. Êdî bes e."

Dayika bi navê Sûltan Bîngul (48) jî anî ziman ku ti şerekî bi vî rengî nedîtiye û ev tişt anî ziman: "Em ê vê hovîtiyê qabûl nekin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê ti carî li dijî êrîşên dewletê ji rêya xwe venegerin."