Berdevkê Heyeta Îmrali ya HDP’ê Sirri Sureyya Onder di Civata Giştî ya Awarte ya KCD’ê de axivî. Onder axaftina bi gotinek Stendhal da destpêkirin, wiha got: “Mehkûm her tim derî ji gardiyanekî çêtir diparêze. Yek jiyana yekî ye, ya din jî mûçeyê yê din e. Di dawiya wê beşê de her deriyê dîwar e yê dizanibe veke. Deriyên erdnîgariya Kurdistan a hewl didin bedena wê mehkûm bikin hilweşiyan e, lê her ciwanê bi nirx ê ji her dîwarî re bûye derî em bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Rojnameyan kirine manşet, ‘mizgînî li Sûrê’. Ji milekî dibêjin mîzgîn, ji milekî din jî Wezîrê Havîrdor tespîta xisaran kiriye. Dibêjin zerarê wê piştre çareser bikin. Kanî mirov? Her tiştên wan avahî ne.”
Onder got, “Tişte qasî bê cîdiyetiyê tahdeyê li mejiyê mirovan bike tineye” û wiha domand: “Tiştê ji îxanetê jî xerabtir mirovan hêrs dike bê cîdiyetbûn e. Dewlet di vê mijarê de destanan dinivîsîne. Hikûmetê soz da û ti tişt pêk nanî. Gotin, leşkerên di dest PKK’ê bila bên berdan, wan ê jî girtiyên nexweş berdana. Di ser re 3 sal bihurî, ti kes bernedan.”
Onder bal kişand ser tespîtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn, wiha axivî: “Birêz Ocalan di hucreya xwe ya 4 metrekare de beriya navê DAIŞ’ê derkeve holê, bê kî li Rojhilata Navîn wê çi bike, kî çi neke kêlî bi kêlî pê derxist.Tevahî têkoşînên azadiyê bi kesekî re destpê kiriye. Têkoşînên bi du kesan re destpêkiriye tineye. Piştre deng dikeve ser deng, têkoşîneke ku têkoşînê mezin dike heye. Li dijî zilmê çeka me ya herî mezin piştevanî ye. Ez kesên ku di vê oxirê de têdikoşin bi rêzdarî silav dikim.”
Piştî axaftina Onder, kongre bi awayekî ji çapemeniyê re girtî didome.