Li sînorê Rojava-Bakur çalakî didome

Çalakiya piştgirîdayina berxwedana gelê li Bakurê Kurdistanê ya li ser sînorê gundê Ên Dîwar ê bajarê Dêrîkê di roja xwe ya heftemîn de didome.

Di saetên vê sibehê de bi dehan ji welatiyên bajarê Tirbespiyê û herêma Koçerat gihiştin gundê Ên Dîwar û tevlî çalakiyê bûn. Welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Kurdî rakirin û durişmeyên ku berxwedana gelê Cizîr, Sûr û Silopî silavdikin, berz kirin. 

Tê payîn di saetên pêşiya me de heyet werin serdana kon û çalakvanan û li ser navê wan axaftin jî werin kirin.

Di vê navberê de, nûçegihana ANHA’yê Nejbîr Osman ku çalakiyê dişopînê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk guleyan davêjin welatiyan û dixwazin çalakvanan belav bikin