TAK'ê berpirsyariya êrîşa li Sabîha Gokçen girt ser milê xwe

TAK'ê berpirsyariya êrîşa bi topên hawanê ya li Balafirgeha Sabîha Gokçen girt ser milê xwe. TAK'ê hişyarî da tûrîstên biyanî ku neyên Tirkiyeyê.

Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) got, "Êrîşa bi topên hawanê ya 23'ê Kanûna 2015'an a li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê, weke Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) em berpirsyariya wê digirin ser xwe."

Di daxuyaniya TAK'ê de hat gotin: 

"Dîktatoriya Erdogan-AKP'ê ya li Kurdistanê şerê bêmirov hiştinê dimeşîne, bi koalîsyona şer a bi DAIŞ'ê re bajarên Kurdan vala dike, dixwaze van deran veguherînin cihên lê neyê jiyîn û gel bi zorê koçber bike. Li hemberî vê yekê gelê Kurd bi berxwedana bi heybet, bersiva herî mezin dide êrîşên faşîst.

Ev çalakiya me li hemberî êrîşên faşîst ên bajarên Kurdan veguherîne xirbe, hatiye kirin. Di encama êrîşê de zerareke cidî li balafirgehê çêbûye. 5 balafiran derbek giran xwarine. Medya taybet a Erdogan-AKP'ê bi zanebûn encamên çalakiyê nerast nîşan daye û bi vî rengî hewl daye nîşanî cîhanê bide ku qada wan a hewayî ewle ye. Êrîşa bi topên hawanê, di heman demê de destpêka çalakiyên me yên serdema nû ye. Dîktatoriya faşîst a Erdogan-AKP û nokerê wê, li bajarên xwe wê nikaribin bi hêsanî bijîn.

Ji niha û pê ve ji ewlekariya şîrketên hewayî yên navneteweyî û ji ewlekariya jiyana tûrîstên biyanî yên tên Tirkiyeyê weke TAK em ne berpirsyar in.

Li dijî van êrîşên faşîst ên dîktatoriya Erdogan-AKP'ê ên bêexlaqî yên li hemberî gelê Kurd, weke TAK, em ê bersiva pêwîst bidin."