Rojnamevana Hollandî Geerdînk: Kurd bûne kabûsê Erdogan
Rojnamevana Hollandî Fredîke Geerdînk diyar kir ku di encama têkoşîna Kurdan de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tengav bûye û got, "Kurd bûne kabûsê herî giran ê Erdogan."
Rojnamevana Hollandî Fredîke Geerdînk diyar kir ku di encama têkoşîna Kurdan de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tengav bûye û got, "Kurd bûne kabûsê herî giran ê Erdogan."
Rojnamevana Hollandî Fredîke Geerdînk a ku bi nûçeyên lêkolînê yên ji Kurdistanê tê naskirin û demeke dirêj li navçeya Amed Sûrê dijiya, da xuyakirin ku di encama têkoşîna Kurdan de Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan tengav bûye. Geerdînk got, "Kurd bûne kabûsê herî giran ê Erdogan".
Geerdînk ku bi îdîaya "propaganda rêxistinê dike" ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hat dersînorkirin, ji ANF'ê re axivî.
Eger hûn nehatibûn dersînorkirin, we yê karîbûna berxwedana li Sûrê bişopanda. Lê belê mayîna we ya li Tirkiyeyê bi endîşe hat dîtin...
Belê eger ez îro li Amedê bûma, min ê rewşa li Sûrê ji sedî sed bişopanda. Carna ez ji xwe dipirsim: Eger di meha Îlonê de bi koma mertalên zindî re neçûbama, dibe ku nehatibûma dersînorkirin. Lê belê êdî bi vî rengî nafikirim. Wan nexwestin ez li wir bim. Eger di meha Îlonê de biryara dersînorkirinê nedabûna, wê di meha Cotmehê yan jî meha Mijdarê de bida. Ez dizanim, ku dewleta Tirk ji bo nehêle rastî bigihêje raya giştî, naxwaze ti rojnamevanên biyanî li wir be. Niha li Hollana me û di her kêliyê de nûçeyan dişopînim. Li Twîtterê, li radyo û li rojnameyan bi qasî ku ji destê min tê, ez rewşa li Kurdistanê parve dikim.
Li gorî we, daxwazên ciwanên li wê derê li ber xwe didin, bi têrkerî gihaştine raya giştî?
Haya raya giştî ya cîhanê ji qewimînên li Kurdistanê heye, lê belê gelê li rojavayê Tirkiyeyê, tevî medyaya xwe hatiye tevizandin. Gelê li rojava, rewşê bi awayekî objektîf nabîne. Ji ber ku dewlet vê yekê gelekî baş dike. Dewlet, ji ber ku dixwaze şerê li Kurdistanê bidome, nasekinîne. Eger tecrîda li ser Ocalan were rakirin, ji xwe wê rewş hinekî asayî bibe, lê belê dewlet vê nake û di ser re radibe xweseriyê weke 'cihêkariyê' pênase dike. Dewleta Tirk timî derewan li gel dike.
Der barê vî bajarê qedîm ê rastî êrîşên tankan tê, hûn dixwazin çi bêjin?
Ez digirîm. Ne tenê idxwazin Kurdan bikujin, ne tenê dixwazin şêniyên Sûrê koçber bikin, dixwazin dîroka Sûrê jî tine bikin. Dîroka Sûrê ne tenê dîroka Kurdan e. Pir çandî, pir olî, pir zimanî ye. Dewletê ti carî pir çandî qebûl nekir û wê qebûl neke.
Li gorî we, ji vê kêliyê û pê ve Kurd wê jiyana bênasnametiyê li Tirkiyeyê qebûl bikin? Çavdêriyên we çi ne?
Ti carî wê vê qebûl nekin. Kurd wê bi ser bikevin, ji ber ku Kurd mafdar in. Mafên we hene, hiqûqa navneteweyî jî vê qebûl dike. Kînga nizanim, lê belê hûn ê bi ser bikevin.
Tirkiye wê karibe vê daxwaz û têkoşîna gelê Kurd têk bibe?
Na. Erdogan dixwaze PKK'ê qels bike û bi vî rengî YPG'ê qels bike. Lê belê dibe ku niha hîn bêhtir ciwan derdikevin serê çiyê. Bi dîtina min, PKK bi vî rengî xurttir dibe. Ji xwe li pişt PKK'ê gelekî bi mîlyonan heye. Ev gel haya xwe ji mafên xwe heye û têdikoşe. Gel gelekî xurt e û gelekî hurmetê nîşanî vî gelî didim.
Li gorî we çareseriyek bê Kurd li Rojhilata Navîn pêkan e?
Bêguman nepêkan e. Divê Erdogan jî vê qebûl bike. Lê belê Kurd bûne kabûsa herî mezin a Erdogan. 40 mîlyon Kurd hene, li 4 welatên girîng dijîn. Kurd ne tenê ji bo demokrasiyê, ji bo her kesî têdikoşin. Li Rojhilata Navîn çareseriyek bêyî Kurdan nabe. Pêwîstiya temamiya Rojhilata Navîn bi Kurdan heye.
AKP a ku li derveyî vîna Kurdan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çareseriyê digere, li gorî we dixwaze çi bike?
AKP naxwaze çareserî pêk were. Ev yek ji xwe diyar e. Lewma Ocalan di nava tecrîdê de tê ragirtin.
Hûn bêriya Amedê dikin?
Ez gelekî bêrî dikim. Ez rojnamevan im, hurmetê nîşanî mafên mirovan didim û li pêşberî berxwedana Kurdan rêzdar im. Min dîmenekî li Farqînê hat kişandin dît; Leşkeran Farqîn terikandin û sivîlan qet dest nedan wan. Mirovekî extiyar, leşkerekî ciwan parast. Lewma hurmetê nîşanî berxwedana Kurdan didim. Kurd çi dibêje wê dike. Hurmetê nîşanî mirovahiyê dide. Li Tirkiyeyê pirsgirêka terorîzmê nîne, pirsgirêka mafên mirovan heye. Divê her kes bi vê zanibe. Ez gelekî bêriya Amedê dikim. Bedenam min li Hollanda ye, lê dil û mejiyê min li Kurdistanê ye. Bûyerên li wê derê diqewimin ji nêz ve dişopînim. Bi rastî jî ez ê vegerim. Parêzerê min (Ramazan Demîr) niha di vî warî de dixebite. Soz ez ê vegerim Kurdistanê.