Banga tevlîbûna merasîma 4. salvegera qetlîama Roboskî

Roboskiyan ji bo merasîma 4. salvegera qetlîama Roboskî ya 28’ê Kanûnê 34 sivîl di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de hatibûn qetilkirin, bi şîara “Li Dijî Qetlîaman Xwerêveberî, Dijî Şer Aştî” ve banga tevlîbûnê kir.

Roboskiyan ji bo merasîma 4. salvegera qetlîama Roboskî ya 28’ê Kanûnê 34 sivîl di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de hatibûn qetilkirin, bi şîara “Li Dijî Qetlîaman Xwerêveberî, Dijî Şer Aştî” ve banga tevlîbûnê kir. Hate destnîşankirin ku wê merasîm diyarî yek ji parêzerên doza Roboskî, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bikin.

Di pêşengiya Rêxistinên DBP û HDP, Roboskî-Der de ji bo merasîma 4. Salvegera qetlîama Roboskî daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya Roboskî-Der a li Roboskiyê hat dayin bi tevlîbûna xizmên kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane, rêveberên Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Navçeya Roboskî pêk hat. Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Navçeya Qilebanê Mesût Paksoy daxuyanî da, qetlîama Roboskî bi bîr xist, got hikûmeta AKP’ê polîtîkayên xwe bi heman şêwazî didomîne. Paksoy got wê bi bîranîna li ser gorên 34 sivîlên ku 28’ê Kanûnê hatibûn qetilkirin qetlîaman şermezar bikin, wiha got: “Em ji vir bang li tevahî gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê yê dibêje ez demokratîk, mirov im dikin. Em di salvegera 4. a qetlîamê de li Roboskî benda we ne. Pêwîst e her kesên ku qetlîamên li Kurdistan û Tirkiyeyê şermezar dikin werin Roboskiyê. Em dixwazin dewlet bizanibe ku em wek gelê Roboskî û Qilebanê dû vê qetlîamê bernedin. “

‘EGER ROBOSKÎ BIHATA RONÎKIRIN..’

Mercan Encu ya Roboskîyî jî got tevî 4 sal ji ser qetlîama bihurî jî edaletê xwe nêzî wan nekiriye, wiha domand: “Eger edalet ji bo Roboskî çêbiba, wê qetlîamên li Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn û çar aliyên Tirkiyeyê pêk nehatiba. 34 canên me ji aliyê dewletê hatin qetilkirin. Ji bo bîranînê rojek ma. Em her kesên ku xwedî wijdanin dawetî Roboskî dikin. Em dixwazin ji bo sekinandina van qetlîamana her kes dengê xwe bilind bike.”

‘TU ÇI DIKÎ BIKÎ EM JI TE NATIRSIN’

Ji dayikên Roboskiyî, Hazal Encu jî bi bîr xist ku dewleta Tirk bê ku bibêje zarok, ciwan 34 can qetil kir, û wiha domand: “Hikûmeta AKP’ê ev 4 sal in ker û lal e. Ez bang li Erdogan dikim. Tu çi ji me Kurdan dixwazî? Tu çi ji bajarên Kurdan dixwazî? Tu çi dikî bikî em ji te natirsin. Bila her kes li dijî van qetlîamana dengên xwe bilind bikin. Em di salvegera qetlîamê de li Roboskî benda her kesî ne.”