Di roja 13. a terora dewleta Tirk de, duh li taxa Sûr a Cizîrê, tîmên taybet ên Tirk gule li malên gel reşandin û di encamê de pitika 6 mehî Meral Înce ya li hundirê mala xwe bi guleyên hêzên dewletê jiyana xwe ji dest da.
Kalê Meral Înce Ramazan Înce hewl da neviya xwe bigihîne ambûlansê, lê belê polîsên Tirk gule li wî jî reşandin. Di êrîşê de Ramazan Înce birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Înce li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Pîra Meral Rûkiye Înce ya di heman êrîşê de birîndar bû, li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Hat ragihandin ku cenazeyên Meral û kalê wê Ramazan Înce li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê ragirtin.