Li Şirnexê polîsên Tirk 2 sivîl birîndar kirin
Birîndar danê sibehê rakirin Nexweşxaneya Dewlete ya Şirnexê.
Birîndar danê sibehê rakirin Nexweşxaneya Dewlete ya Şirnexê.
Hêzên dewleta Tirk, duh bi şev êrîşî taxa Dîcle ya Şirnexê kirin û di encamê de jê giran 2 kes birîndar bûn. Birîndar danê sibehê rakirin Nexweşxaneya Dewlete ya Şirnexê.
Li navenda Şirnexê, êrîşên polîsên Tirk ên duh bi şev bi çekên giran û wesayîtên zirxî li hemberî taxa Dîcleyê hatin destpêkirin, duh bi şev jî dewam kirin. Di encama êrîşa li ser taxê de Remezan Ozturk (67) û Sûphî Ustek (23) birîndar bûn.
Hat ragihandin birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û li servîsa lezgîn tên ragirtin. Li gorî agahiyan, ji birîndaran rewşa tenduristiyê ya Sûphî Ustek xetere ye. Tedawiya Ustek û Ozturk hê didome.