Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di axaftina vekirinê ya Civaka Giştî ya Awarte ya KCD'ê de got, "Li pêşiya me rêyên din jî hene" û ev xal destnîşan kir: "Zarok, dê, bav li ser hev tên qetilklirin. Pitika 6 mehî Meral li Cizîrê hat qetilkirin. Gule li kal û pîrê wê hat reşandin. Dijderketin, îsyana li hemberî vê yekê, maf e. Kurdekî bi tenê bimîne jî em ê ji xwerêveberiyê venegerin."
Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Navenda Sporê ya Peyasê destpê kir. Hevserokên Giştî yên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevberdevkên HDK'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û delegeyên KCD'ê beşdar bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axaftina vekirinê kir.
Irmak wiha axivî: "Îro rojeke dîrokî ye. Di roja îro de zextên giran li Kurdistanê tên kirin. Li hemberî zext û zilma sed salî, berxwedaneke mezin tê nîşandan. Li Kurdistanê dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Di asta herî bilind de têkoşîneke azadiyê tê meşandin. Em di demeke welê de ne, ku ne rondik, xwîna dayikan dirije. Ev yek bû sedem ku em li hev bicivin û biryarên nû werbigirin. Di vê civîna dîrokî de wê biryarên girîng werin stendin. Ez di wê baweriyê de me ku biryarên werin stendin, wê bibe rizgariya gelê Kurd. Ji niha ve her kesî pîroz dikim û dibêjim bi xêr be.
EM DIXWAZIN BIRYARA XWE BI XWE BIDIN
Di sedsala 21'an de li hemberî hêzên serdest şerên sedsalî hatin dayîn. Plan hatin kirin, sînor hatin xêzkirin. Jiyan hat bisînorkirin. Gelan li ser vê xakê êşên mezin kişandin. Kirasek li gelan hat kirin. Ev kiras wê rojekê bihata çirandin. Ev kiras îro li me nayê û em diçirînin û diavêjin. Jinên Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin. Hewl hat dayîn jin bê tinekirin. Jinan kincê reş ji xwe kirin û kincên spî, kes, sor û zer li xwe kirin. Em ê îro nîqaş bikin. Dema me ev kiras ji xwe kirin, em ê kirasekî çawa li xwe bikin, wê jineke çawa ya azad be. Em dixwazin biryara xwe bi xwe bidin. Ne bi destê serdestan, em dixwazin bi destê xwe jiyaneke nû ava bikin û em ê biryarên girîng werbigirin.
EM Ê JI XWERÊVEBERIYÊ VENEGERIN
Birêz Ocalan piştî demekê, li şûna têkoşîna çekdarî rêya muzakereyê pêşniyar kir. Mutabaqata Dolmabahçeyê gelekî girîng bû. Lê nehat qebûlkirin. Ji nû ve şer hat destpêkirin. Ji bo avakirina xwerêveberî û jiyana nû, çi pêwîst be em ê wê bikin. Ey cîhan, çi ji me re ma? Eger hûn dibêjin dev ji daxwazên xwe berdin, em dibêjin ku heta Kurdekî bi tenê bimîne, em ê dev ji xwerêveberiyê bernedin. Azadî jiyan e. Em ê dev ji jiyanê bernedin. Em şaşîtiyê nakin, me bi rêya diyalogê daxwazên xwe bilêv kirin. Em dixwazin zimanê me, çanda me bê naskirin. Em dixwazin li ser her tiştên xwe bi xwe biryarê bidin. 3 salan Birêz Ocalan li ser muzakereyê sekinî. Niha tecrîdeke gelekî giran li ser Ocalan heye. Hewl tê dayîn ku vîna gelê Kurd teslîm were girtin. Kalên me, pîrên me teslîm nebûn, em ê jî teslîm nebin. Yên ku ji ber xendek û bendan me rexne dikin, dixwazim ji wan re vê bêjim; xendek ne ji bo şerkirinê ye, ji bo xweparastinê ye. Li dijî şerê ku dewlet li hemberî daxwazên gelê Kurd dimeşîne, weke xweparastinê tên bikaranîn. Ji bo zarok neyên qetilkirin, neyên girtin, xweparastin e.
LI PÊŞIYA ME RÊYÊN CUDA JÎ HENE
Daxwazên me dawiya gotinên me ne. Werin em bi rêyên siyasî, bi rêya muzakereyê daxwazên gelê Kurd nîqaş bikin. Kurd êdî naxwazin bêstatu bijîn. Ji bilî zimanê xwe, naxwaze bi zimanekî din perwerdeyê bibîne. Dixwaze hebûna xwe destnîşan bike. Em ji muzakereyê re amade ne. Ev rê nebe, rêyên din jî li pêşiya me hene. Em ê îro vê nîqaş bikin. Îro wê nîqaşên me yên di vî warî de hebin.
EM CARA DAWÎ DESTÊ XWE DIRÊJ DIKIN
Zarok, dê, bav li ser hev tên qetilkirin. Pitika 6 mehî Meral li Cizîrê hat qetilkirin. Gule li kal û pîra wê hatin reşandin. Ji jineke 57 salî re dibêjin, 'ez ê te bikujim û nehêlim ku cenazeyê te veşêrin'. Dijderketin û îsyana li hemberî vê, maf e. Dîsa jî em rêya muzakereyê red nakin. Em careke din daxwazên xwe radigihînin. Em cara dawî destê xwe dirêj dikin. Ev sedsal sedsala me ye. Bila kes nebêje gelê Kurd bi tenê ye. Ciwanên me li pêşiya me têdikoşin. Jin, ciwan, keç, xort ji raperîna Kurd re pêşengiyê dikin. Em xurt in, hêviyên me gelekî mezin in. Ev sedsal wê bibe sedsala me. Ez berxwedanên Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboranê silav dikim. Li pêşberî yên jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bejna xwe ditewînim."
Civaka Giştî ya KCD'ê bi axaftina Hevserok Hatîp Dîcle dewam kir.