Barzanî bi Dawûtoglû re civiya
Li Stenbolê Nêçîrvan Barzanî li Ofîsa Dolmabahçeyê bi Serowezîrê Tirk Ahmed Davûtoglû re civiya.
Li Stenbolê Nêçîrvan Barzanî li Ofîsa Dolmabahçeyê bi Serowezîrê Tirk Ahmed Davûtoglû re civiya.
Nêçîrvan Barzanî di saetên sibehê de gihişt Stenbolê, bi Serokwezîrê Tirk Ahmed Davûtoglû re li Ofîsa Dolmabahçeyê civiya. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî qasî saetekê berdewam kir. Di civîna Barzanî û Davûtoglû de Mûsteşarê Wezîrê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû, Berdevkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Wezîrê Plankirinê Alî Sindî jî beşdar bûn.
Barzanî wê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan re li Qesra Mabeyn bicive.