Hêzên dewleta Tirk li Sûrê malek bombardûman kirin
Li navçeya Sûrê hêzên dewleta Tirk malek din bombardûman kirin. Di mala de zarokek û jinek ducanî jî hebûn. Li hemberî êrîşên hêzên dewleta Tirk, berxwedana gel dewam dike.
Li navçeya Sûrê hêzên dewleta Tirk malek din bombardûman kirin. Di mala de zarokek û jinek ducanî jî hebûn. Li hemberî êrîşên hêzên dewleta Tirk, berxwedana gel dewam dike.
Li navçeya Sûrê ya Amedê terora dewleta Tirk di roja 25. de didome. Hêzên dewleta Tirk her roj êrîşî malên welatiyan dikin. Yek ji malên bû hedefa hêzên dewlet Tirk li taa Hasirli ye, ku tê de 2 jê zarok û jineke ducanî 7 kes dijîn. Di encama bomberdûmanê de dûxan ji malê bilind bû û kesek li hewşa malê birîndar bû. Ji binê xirbeyê malê jî dengê qîrînê tê. Ji bo rizgarkirinê, şêniyên taxê ber bi mala hat bombekirin ve diçin.
4 KES BIRÎNDAR BÛN
Li taxa Karadenizê ya Sûrê jî di encama topbaranê de 4 welatî birîndar bûn.