Gelo leşkerên Tirk bi hevkariya PDK'ê hewl dide Rojava dagir bike?

Tê gotin, ku leşkerên Tirk bi hevkariya koma çete ya bi navê 'Pêşmergeyên Rojava' ku pêwendiya xwe bi PDK'ê re heye, hewl dan Girkê Legê dagir bike.

Leşkerên Tirk, beriya 3 rojan saet di 23:00 de hewl dan Banokiyê yê gunde Sarimsakê yê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê dagir bike. Leşkerên Tirk ku tê gotin bi 150 metreyan ketin hundirê axa Rojava, ji aliyê gundiyên ku bi vê dagirkeriyê hesiyan ve hatin derxistin.

Leşkerên Tirk ên dagirker, ku ji bo dagirkirina gundê Banokiyê yê Rojava mewziyan dikolin, ji gundiyên ew ji herêmê derxistin re gotin, ku ew ê careke din bên. Gundî, ji bo pêşî li dagirkeriyeke gengaz bigirin, li ser xeta sînor nobedê digirin.

KOMA ÇETE YA BI NAVÊ 'PÊŞMERGEYÊN ROJAVA' JI BO DAGIRKERIYÊ TÊN SEKINANDIN

Dewleta Tirk hebûna leşker û alavên xwe yên leşkerî yên li ser xeta sînor zêde dike. Li gundê Şebaniye û gundekî din ê navê xwe nehat zanîn, maşînên zirxî hatin bicihkirin.

Li gorî agahiyên ku ANHA dispêre çavkaniyên herêmî, ji bilî leşkerên Tirk, hêzeke din ji bo dagirkirina Rojava, li Bakurê Kurdistanê tê sekinandin. Hat hînbûn ku ev hê jî, koma çete ya bi navê 'Pêşmergeyên Rojava' ye ku bi PDK'ê ve girêdayî ye.

TELEVIZYONA PDK'Ê JÎ LI WIR BÛ

Qenala televîzyonê K24 a PDK'ê jî, ku navenda xwe li Hewlêrê ye, dema hêzên dagirker hatin herêmê, ji gelê li herêmê re gotiye 'YPG çima we naparêze? Nikare we biparêze.'

Rojavayî li dijî dagirkeriyê li ser sînor disekinin û dibêjin, "Em ê li ber xwe bidin, em nehêlin xaka me dagir bikin."