Li Rheîne Komaleyek nû hat avakirin

Kurdistaniyên li bajarê Rheîne ya Elmanyayê, Navenda Çandê ya beriya 3 mehan bi fermi îlankirin bi şevek a aktîvîteya piştevaniyê ve vekirin.

Kurdistaniyên li bajarê Rheîne ya Elmanyayê, Navenda Çandê ya beriya 3 mehan bi fermi îlankirin bi şevek a aktîvîteya piştevaniyê ve vekirin. Şeva aktîvîteyê ji aliyê Civaka Azad a Munsterê li Rheîne salona Spelle Mega Saray hat lidarxistin. Nêzî 700 kes beşdarî şeva aktîvîteyê bûn.

Aktîvîte bi dirûşmeya çerxa şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, nûnerên saziyan di akîivîteyê de axivîn.

Li ser nave NAV-DEM’ê Tahîr Koçer axivî, diyar kir ku pêvajoyeke dîrokî ye ku gelê Kurd azadiya xwe bi destên xwe de digire. Di vê pêvajoya ku gelê Kurd xwerêveberi îlankirin de, dewleta faşîst êrîşên xwe bê navber li hember Kurdistanê dide meşandin. Gelê Kurd li hember xwerêveberiyê têkoşînek mezin dide, bi sekna xwe ya şoreşgerî destanên qehremanî didin nîşandan.

Nûnerê TEV-DEM’ê Şivan Xabûr jî berxwedana xwerêveberiya Bakûrê Kurdistanê silav kir. 

Di şeva aktivîteyê de Koma Rojava, Newayê Meyrê, Koma Şehîd Welat, Ciwan Hacî, Hozan Loqman û Hunermend Azad çûn ser dikê û helbestên xwe pêşkêş kirin.

...