Ji ber dorpêçî û qedexeyê dengbêj Salihê Şirnexî jî jiyana xwe ji dest da

Li Silopiyayê, ji ber topbaran û êrîşên dijwar ên bi tank û çekên giran, dengbêjê navdar ê Botanê Salihê Şirnexî (Salih Erener) jiyana xwe ji dest da.

Li Silopiyayê, ji ber topbaran û êrîşên dijwar ên bi tank û çekên giran, dengbêjê navdar ê Botanê Salihê Şirnexî (Salih Erener) jiyana xwe ji dest da.

Qedexeya li Silopiyayê ku ev 14 roj in gel li dijî wê li ber xwe dide, bû sedem ku dengbêjê navdar ê Botanê Salihê Şirnexî (Salih Erener) jiyana xwe ji dest bide.

Şirnexî ji ber bomberdûmana giran, li mala xwe ya li taxa Karşiyakayê ket rewşeke nexweş. Ji ber dorpêçî û êrîşên giran ambûlansê nekarîbû xwe bigihîne taxê û ji ber ku Şirnexî nikarîbû bibin nexweşxaneyê, li mala xwe jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Şirnexî hînê li mala wî ye.

Şirnexî ku weke "dengbêjê dilan" dihat naskirin, bi strana xwe ya bi navê "Bişenga min" dihat naskirin ku ev stran li ser xwendekara lîseyê Bişeng Anik a di dema êrîşa 18'ê Tebaxa 1992'an a li hemberî Şirnexê de ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin, nivîsandiye.

Şirnexî her wiha bi dehan berhem li dû xwe hişt.