Li Şirnexê polîsên Tirk êrîşî meşê kirin: Birîndar hene / HAT NÛKİRİN

Meşa ku li navenda bajarê Şirnexê ji bo Cizîr û Silopiya ku di bin terora dewleta Tirk de ne pêk hat, rastî êrîşa polîsên Tirk hat. Bi êrîşan ve şer destpê kir.

Meşa ku li navenda bajarê Şirnexê ji bo Cizîr û Silopiya ku di bin terora dewleta Tirk de ne pêk hat, rastî êrîşa polîsên Tirk hat. Bi êrîşan ve şer destpê kir. Di êrîşî de 1 jê giran 2 jin birîndar bûn.

Bi armanca piştgirîdayina berxwedana Cizîr û Silopiya yên ku terora dewletê di roja 14. de didome, bi hezaran kes ku di nav de parlamenterên HDP’ê jî hebûn, li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Şirnexê kom bûn. Girseya ku li ser Cadeya Cûmhûriyetê kete meşê rastî êrîşa polîsan hat. Hêzên dewletê bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin, gel jî xwe bi keviran parast.

2 JIN BIRÎNDAR BÛN

Ji ber bombeyên gazê yên di êrîşê de hatin bikaranîn, Leyla Batibey û jinek bi temen navê wê nehate zelalkirin birîndar bûn. Birîndar ji aliyê gel ve ji cihê bûyerê hatin dûrxistin, hate diyarkirin ku rewşa jiyanî ya jina bi temen giran e.

Şerê ji ber êrîşan destpêkir hê jî didome.

...