Li Kerboranê teqîna dijwar
Li taxa Safa ya Kerboranê, ku şer lê giran e teqîneke dijwar rû da.
Li taxa Safa ya Kerboranê, ku şer lê giran e teqîneke dijwar rû da.
Di roja 17. a berxwedana li dijî komkujiyên dewleta Tirk de, li navçeya Mêrdîn Kerboranê danê sibehê êrîş giran bûn. Li taxa Safayê, ku dengê çekan jê tê, teqîneke dijwar rû da. Der barê encamên teqînê de agahî nehat bidestxistin. Gelek maşînên zirxî yên dewleta Tirk çûn cihê teqînê.
Hêzên dewleta Tirk ên danê sibehê bi zorê û şikandina deriyan ketibûn hin malên li taxa Safa, xwediyên van malan bi zorê derxistibûn derve û li van deran ji xwe re mewzî çêkiribûn.