Însiyatîfa Gelê Qoserê ji bo li dijî êrîşên terora dewletê bisekine û li yên di berxwedanan de jiyana xwe ji dest dane xwedî derkeve, banga mezinkirina berxwedanê û sibehê banga li Qoserê rawestandina jiyanê kir.
Însiyatîfa Gelê Qoserê ji bo li gerîlayên HPG’ê yên duh li Qoser û Kerboranê jiyana xwe ji dest dan xwedî derkeve û li dijî êrîşan li ser berxwedanên xwerêveberiyan re bibe bersiv bang li gelê Qoserê kir ku berxwedanê mezin bikin û li Qoserê jiyanê rawestînin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şerê îmhaya topyekun a dewleta AKP’ê ya mêtinger, dagirker, li dijî gelê Kurd bi rojan e didome. Li dijî vê hovîtiya berxwedanek bi heybet bilind dibe. Di dema vê berxwedanê de gelê me zarokên xwe yên egîd winda diki. Duh li Qoserê mîlîtanek jin a egîd a gelê me tevlî karwanên fedaiyan bû. Di heman rojê de fermandar Rêzan û sê hevalên wî jî gihiştine mertebeya şehadetê ku şertê bêhnstandina me ye. Pêwîst e gelê me girêdana xwe ya bi şehîdan re di asta herî jor de bide nîşandan, çalakiyên ji bo şehîdan bi awayekî girseyî xwedî lê derkevin. Pêwîst e 28’ê Kanûnê roja Duşemê li Qoserê tevahî jiyan bê rawestandin, kepeng bên girtin û her kes biherikin qadên çalakiyan. Wê Rêbertiya azad, Kurdistana azad bi ser bikeve.”