Li Sydney bîranînên Mereş û Roboskî
Li bajarê Sydney ê Avûstralya, kesên di qetlîamên Mereş û Roboskî jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

Di merasîma ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydney hate organîzekirin de kesên ku di qetlîamên Mereş û Roboskî de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Merasîm bi rêzgirtinê despê kir. Piştre li ser navê Komîteya Amadekar Bayram Bozbeyoglu axivî bi bîr xist ku ji ser qetlîama Mereşê 37 sal bihurî ye, wiha got: “Em tevahî şehîdên xwe bi mînet bibîr tînin. Wê têkoşîna wan teqez bi Kurdistan û Tirkiyeyek demokratîk bê tacîdarkirin. Wê civaka me ya Elewî jî bi bawerî û çanda xwe ve xwerêveberiya xwe bidest bixe. Zîhniyeta ku qetlîamam Mereşê pêk aniye û ya li Roboskî 34 ciwanê Kurd qetil kir, heman zîhniyet in.”
Bozbeyoglû destnîşan kir ku ji ber hesabên van qetlîamana nehatin pirsîn, îro heman zîhniyet li Sûr, Farqîn, Cizîr, Nisêbîn,
Dêrik û Kerboranê li dijî gelê Kurd qetlîaman pêk tîne.
Merasîm bi pêşendanek sînevîzyonê ve berdewam kir.