Ala HSD'ê li ser Bendava Tişrînê di heje

HSD’ê Bendava Teşrînê bi temamî xist bin qontrola xwe, ala xwe li ser bendavê çikiland.

HSD’ê Bendava Teşrînê bi temamî xist bin qontrola xwe, ala xwe li ser bendavê çikiland. 

Hêzên Suriyeya Demokratik (HSD) bi hemleya "Rizgarkirina gundewarên Başurê Kobanê ya ji çeteyan" Bendava Tişrînê ji duh ve bidestxistibû, îro bi temamî xiste bin qontrola xwe û ala xwe li serê bendavê çikiland. 

Ji duh ve çeteyan bi çekên cur bi cur bersiva operasyona HSD’ê dida, di van seatan de Bendava Teşrîn bi temamî ket bin qontrola hêzên HSD’ê de. Hêzên HSD’ê ji ber hin teqemeniyên li ser bendavê hatibû danîn, paqij kir piştre jî ala xwe li ser bendavê çikiland.