Di salvegera 4'emîn de qatlîama Roboskî hate şermezarkirin
19 jê zarok 34 kesên ku ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin qetilkirin di salvegera 4'emîn a qatlîamê de hatin bibîranîn.
19 jê zarok 34 kesên ku ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin qetilkirin di salvegera 4'emîn a qatlîamê de hatin bibîranîn.
DÎLOK
Platforma Demokrasî û Kedê ya Dîlokê ji bo bi bîranîna 19 jê zarok 34 kesên li gundê Roboskî ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombebarankirin û qetilkirin, li Parka Kirkayak hatin cem hev. Bi sedan kesên ku di nav de endamên KESK, HDP, DBP, YSGP û EMEP jî hene li parkê hatin cem hev û pankartên Duh Gurgum û Roboskî, îro Enqere, Pirsûs, Cizîr, Sûr û Nisêbînê qatlîam. Ji qatlîaman re na em bangî jiyan û jiyandinê dikin" û "Birîna Roboskî birîna me ye, biranîna we Ronahiya me ye" hilgirtin. Girse bi pankartan ve ber bi Parka Yeşîlsu ve meşiyan. Piştî ku gihiştin parkê li vir rêz hate girtin.
Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK'ê Alî Ersonmez li vir axiî û diyar kir ku ev 4 sal in ji bo kiryaran gavek nehat avêtin û wiha got: "Qatlîam sucê mirovahiyê ye. Ev sucê li dijî mirovahiyê kiryar nediyan namîne. 4 sal ji bo derxistina kiryaran demeke dirêj e. divê AKP di demeke kin de pewyira xwe bi cih bîne." Ersonmez da zanîn ku AKP qatlîama Roboskî bi qatlîamên din re digire.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û navê kesên ku li Roboskî hatin qetilkirin yek bi yek hatin xwendin û bersiva "li vir e" hate dayîn.
SÊWAS
Komeleya Xwendekarên Demokratîk ê Kizilirmak a Sêwasê jî ji bo bîranîna Roboskî li Navenda Çandê ya Haci Bektaşî merasîma bîranînê li der xist. Li cihê bîranînê "Agirê Roboskî li Cizîr, Sûr û Sîlopiyê pêdikeve" hate daliqandin. Di merasîma ku bi sedan kes beşdar bû de posterên qatlîama Roboskî û qatlîamên ku di demên dawî de li kurdistanê têk kirin hatin qetilkirin hatin qaliqandin.
Li ser navê komeleya xwendekaran Asli Yilmaz axivî û diyar kir ku li bajarên Kurdistanê dewlet her roj qatlîaman pêk tîne û jin û zarokan qetil dike. Yilmaz got ku ew ê wekî ciwan hesabê qatlîamê bipirsin.
STENBOL
Yekîtiya Nivîskarên Azad (OYB) li Parka Îtfaiye ya Fatihê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Roboskî 4 sal in xwîn jê diçe" hate vekirin û dowîzên wekî "Roboskî li benda edelatê ye" " Xwedê edaletê emr dike" hatin hilgirtin. Beriya daxuyaniyê nivîskar Ahmet Kaya axivî û diyar kir ku heta ku kiryarên qatlîaman dernekevin holê peyva "Tirkiyeya nû" tiştekî îfade nake.
Li ser navê nivîskaran jî daxuyanî ji aliyê Ahmet Ors ve hate dayîn. Ors bilêv kir ku Roboskî sembola qatlîam û zilma ku gelê kurd sed sale dijî ye. Ors bal kişand li ser terora hêzên dewletê ya li Kurdistanê û qetilkirina zarokan jî û wiha got: "Zarok, kal û pîr. dayik, bav li bed deriyên malên xwe tên qetilkirin. Ew ê ku li kolanan li erdê dimînin şiqamê li rûyê neçariya misilmaniya me dixin."