Li Kerboranê zexta koçberiyê li gel tê kirin
Li Kerboranê, ku tevî hemû êrîşên giran ên dewletê jî gel malên xwe naterikîne, hêzên dewletê bi zorê malên gel dagir dikin.
Li Kerboranê, ku tevî hemû êrîşên giran ên dewletê jî gel malên xwe naterikîne, hêzên dewletê bi zorê malên gel dagir dikin.
Li Kerboranê, ku tevî hemû êrîşên giran ên dewletê jî gel malên xwe naterikîne, hêzên dewletê bi zorê malên gel dagir dikin. Hêzên dewleta Tirk ên nikarin berxwedana gel bişikînin, zexta koçberiyê li gel dikin.
Li gorî agahiyan, li taxa Safa ya Kerboranê, hêzên dewletê bi şikandina deriyan ketine nava hin malan û bi lêdanê û zorê, welatî ji mala wan derxistine. Hat ragihandin ku çekdarên dewleta Tirk ev malên bi zorê dagir kirine, ji xwe re kirine çeper.
Hat gotin ku hêzên dewletê li van malan gefa "eger hûn koç nekir hûn ê bên kuştin" li welatiyan xwarine.