5 roj in agahî ji 5 kesên li avahiyekê asê mane nayê girtin

Li navçeya Cizîrê, ev 5 roj in agahî ji 5 kesên li avahiyeke li taxa Yafesê asê mane, agahî nayê wergirtin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşan di roja 14. de dewam dike. Ji ber êrîşên dewleta Tirk gelê sivîl li malan asê dimînin.

Hêzên dewleta Tirk, ji bo têkiliya di navbera taxan de bibire û nehêle ku mirov bi hev re têkiliyê deynin, xetên ragihandinê qut dikin. Hewl jî hewl dide bi rê û rêbazên cuda têkiliyê bi hev re deyne.

Li taxa Yafesê, welatiyên bi navê Hasan Erden (90), Hediye Erden (60), Taybet Sosin (50), Leyla Erden (16) û kesekî emrê xwe 80 salî ye, lê navê xwe nehat hînbûn, ev 5 roj in li jêrzemîna avahiyeke 5 qatî asê mane û agahî ji wan nayê wergirtin.

Xizmên ji malbata Erden diyar kir ku beriya 5 rojan, dema êrîş giran bûn Leyla Erden a 16 salî ji bo li mezinên xwe binêre, bi wan re maye, wê çaxê bi hev re axivîne, lê ev pênc roj in agahiyê ji wan nagire. Malbat bi wekîlên HDP'yî re axivî û diyar kir ku ew ji ber aqûbeta xizmên xwe bi fikar e.

Hat ragihandin ku wekîlê HDP'yî Faysal Sariyildiz, ji bo xwegihandina mala 5 kes lê ne, hevdîtinan dike.