Demîrtaş: Bi tewrên ez xeyidîme naleyîzim, welat nayê bi rêvebirin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş biryara betalkirina hevdîtina bi Serokwezîr Davutoglu re nirxand û got "Heyfa vî welatî ye. Heya ku hikumet li hemberî gel şer hilbijêre, her zindî jî mecbûr e ku xwe biparêze.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş biryara betalkirina hevdîtina bi Serokwezîr Davutoglu re nirxand û got "Heyfa vî welatî ye. Heya ku hikumet li hemberî gel şer hilbijêre, her zindî jî mecbûr e ku xwe biparêze. Tercîh ya hikumetê ye. Gel aşitî dixwaze, hikumet şer dixwaze."

Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahedîn Demirtaş piştî Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk, pirsên rojnamevanan bersivand. Demîrtaş, derbarê betalkirina hevdîtina bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re axivî û wiha got: "Bila li hincetan negerin. Dema ku polîtîkaya neçareseriyê, polîtîkaya tundiyê, polîtikaya terbîyekirina bi tank û topan re di meriyetê de be, tiştek were gotin tune ye. Lê em bi hêrs û tolhildanê siyasetê nakin. Em her car tînin ziman ku divê riya diyalog û muzakereyê her tim vekirî be."

'TERCÎH NE YA ME YA HIKUMETÊ YE'

Demîrtaş ji bo Serokwezîr Davutoglu got "Wisa bi helwestên xeydok ev welat nayê rêvebirin. Heyfa vî welatî ye." Demîrtaş destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê ji bo bi wan re hevdîtin neke li pey hincetan bûye û wiha pê de çû: "Eger bi israr, bi tank û topan zarokan bikujin emê jî bi hemû derfetên di dest de li ber zilmê li ber xwe bidin. Tercîh ne ya me, ya hikumetê ye.

Heya ku hikumet li hemberî gel rêbaza şer hilbijêre, her zindî jî mecbûr e ku xwe biparêze. Tercîh ya hikumetê ye. Gel aşitî dixwaze, hikumet şer dixwaze.