Li Qamişlo, meşa xwedîderketina li Bakur

Ji bo silavkirina xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, bi hezaran Qamişloyî ber bi sînorê Nisêbînê ve meşiyan.

Ji bo silavkirina xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, bi hezaran Qamişloyî ber bi sînorê Nisêbînê ve meşiyan.

Meşê ji ber dibistana Seqirkûreyş destpê kir. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Bakur", "Bijî berxwedana Amed" û "Bijî berxwedana Nisêbînê' ber bi sînor ve meşiya.

Bi hezaran kes li ber konê li ser sînorê Nisêbînê hatiye vedan civiyan û sirûda neteweyî ya Kurdistanê xwendin.

Di axaftinên li vê derê de berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.

...