YDG-H: Em ê nehêlin ti hêzeke dagirker bikeve nava qadên xwerêveberiyê
YDG-H da xuyakirin ku rejîma AKP nikare bikeve nava qadên xwerêveberiyê û sivîlan ji xwe re weke mertal bi kar tîne.
YDG-H da xuyakirin ku rejîma AKP nikare bikeve nava qadên xwerêveberiyê û sivîlan ji xwe re weke mertal bi kar tîne.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), der barê êrîşên dewletê û berxwedana li Kurdistanê de agahî da.
Di daxuyaniya nivîskî ya YDG-H de hat ragihadin ku rejîma AKP nikare bikeve nava qadên xwerêveberiyê û sivîlan ji xwe re weke mertal bi kar tîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li Amedê herî kêm 5 tîmên taybet hatine kuştin.
YDG-H bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û da zanîn ku berxwedan wê bênavber bidome.
REWŞA LI CIZÎRÊ
Di daxuyaniyê de li ber berxwedana li Cizîrê ev agahî hatin dayîn:
"Roja 25'ê Kanûnê dijmin hewl da bi tankan bikeve nava taxên Nûr û Cûdî yên Cizîrê. Li ser bersiva ciwanan, dijmin xwe vekişand. Li taxa Nûrê jî robotekî ku ji bo armancên leşkerî ji aliyê dijmin ve dihat bikaranîn, ket destê ciwanan. Li taxa Cûdî, di êrîşên dijmin ên li hemberî sivîlan de zarokekî jiyana xwe ji dest da, jinek birîndar bû."
LI AMEDÊ HERÎ KÊM 5 TÎMÊN TEVGERA TAYBET HATIN KUŞTIN
Li ser şerê li navçeya Amed Sûrê jî ev agahî hat dayîn:
"Ji 24'ê Kanûnê û pê ve, çeteyên dijmin xaniyên gel ên li nêzî Hasirli xera dikin û bi vî rengî hewl didin bi pêş de biçin. Li hemberî êrîşên ku dijmin li hemberî gel daye destpêkirin, ciwanan li Hasirli çalakiyên bersivdayînê pêk anîn û bi zelalî hat dîtin ku 4 çete hatine kuştin. Roja 25'ê Kanûnê jî, hêzên dijmin hewl dan di navbera mizgefta Kûrşûnlû û Hasirli de bi tankan bi pêş de biçin. Li hemberî vê yekê ciwanan bi roketan li tankan xistin. Ev tankên derb xwarin, xwe vekişandin. Heman rojê li bazara yogûrt a li navçeya Sûrê, çeteyan hewl dan xwe berdin nava taxê. Ciwanên bi vê hesiyan, derbên bi bandor li çeteyan dan. Li vir jî hat tespîtkirin ku çeteyekî tevgera taybet hatiye kuştin. Di serî de li taxên nêzî navçeya Sûrê yên Baglar, Yenîşehîr û Peyasê, li hemû navçeyan çalakiyên çekdarî tên lidarxistin. Lê belê encamên van çalakiyan nehatine zelalkirin.
WÊ HESABÊ KOMKUJIYAN BÊ PIRSÎN
YDG-H da xuyakirin, ku hêzên ser bi dewleta Tirk, tevî hemû êrîşên xwe heta niha nekarîne xwe bigihînin qadên xwerêveberiyê û sivîlan ji bo xwe weke mertal bi kar tînin.
Di daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn:
"Hêzên rejîmê yên ku hem sivîlan hedef digirin û qetil dikin, hem jî ji xwe re weke mertal bi kar tînin, pêwîste vê yekê baş bizaninbin; ew ê di xwîna vî gelê tê qetilkirin de bifetisin û wê hesabê van komkujiyan qat bi qat bê pirsîn. Weke YDG-H, heta ku desteka gelê me ji me re hebe, em ê nehêlin ku ti hêzeke dagirker bikeve nava qadên xwerêveberiyê. Em ê li bajarên Kurdistanê xwerêveberiyê belav bikin û heta vîna azad a gelê Kurdistanê were naskirin, em ê berxwedana xwe mezin bikin."