Li ser gelê li hember êrîşan ‘tedbîr digirtin’ gule hat reşandin

Li Nisêbînê li ser gelê li hember êrîşan bend avadikirin gule hat reşandin.

Li Nisêbînê li ser gelê li hember êrîşan bend avadikirin gule hat reşandin.

Li Nisêbîn a Mêrdînê ya ku 6. car qedexeya kolana lê hat îlankirin, terora dewleta Tirk hê didome, li ser gelê ku li hember êrîşan bend ava dikir gule hat reşandin. Ciwan, zarok û jinên li taxa Abdulkarîpaşa bend avadikirin, wesayîtên zirxî yên hêzên taybet ên Tirk yên derdora nexweşxaneya kevin bicihbûyîn li ser gel gule reşandin. Di encama êrîşan de ti birîndar û mirî nine, li hember êrîşan jî gel bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîr kirin beriv dan êrîşan.