Hêzên YPG/YPJ'ê bersiv dan êrîşên çeteyan
Çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam êrîşî Heleb, Hesekê û Silûkê kirin. Hêzên YPG/YPJ jî di cih de bersiv dan êrîşên çeteyan.
Çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam êrîşî Heleb, Hesekê û Silûkê kirin. Hêzên YPG/YPJ jî di cih de bersiv dan êrîşên çeteyan.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam di 26’ê Kanûnê bi çekên giran êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Heleb kirine. YPG’ê got: "Hêzên me li ser rêya Kastello û Cemdola bersiv dan êrîşî çeteyan. Di encama vê çalakiyê de derb li wesayîteke çeteyan hat xistin û li gorî ku hat tespîtkirin, çeteyek hat kuştin."
YPG’ê diyar kirin, çeteyên DAIŞ’ê roja 27’ê Kanûnê (îro) saet 02:00 de êrîşek li hember gundê Til Barût ê li başûrê Hesekê lidar xistin. Di daxuyaniya YPG’ê de li ser mijarê ev agahî hat dayîn: "Piştî ku hêzên me dest li çeteyan werdan şer derket û vî şerê dijwar heta saet 04:30 dewam kir. Di encamê de çeteyan xwe vekişandin. Der barê mirî û birîndarên çeteyan ên li vir de agahî nehat bidestxistin. Çeteyên DAIŞ’ê di heman demê de bi hawan û çekên giran êrîşek li hemberî gundê Nûfelî lidar xistin. Wekî din, hêzên me gelek mayînên çeteyan ên li herêmê rakirin."
YPG’ê ragihand, ku îro saet di 04:30 de çeteyên DAIŞ’ê li hemberî gundê Cîsîr ê ser bi Silûkê bi çekên giran êrîşek lidar xistine.