Li Hezex û Stewrê gel li dijî êrîşên dewletê daket kolanan

Bi hezaran kesên li Hezex û Stewrê daketin kolanan, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana xwerêveberiyê ya li Botanê silav kirin.

Li Hezex û Stewrê, dorpêçî û êrîşên dewletê yên bi rojane li Cizîr, Silopiya û Kerboranê dike, hatin şermezarkirin. Bi vê armancê meşên girseyî hatin lidarxistin.

STEWR

Li taxa Ewîna ya navçeya Mêrdîn Stewrê, bi hezaran kes li hev kom bûn û ji bo destekkirina berxwedanên xwerêveberiyê û şermezarkirina êrîşan, meşiyan. Piştî meşê, girseya gel li meydana taxê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê yê Stewrê Şîrîn Erturk daxuyanî da û got, "Em ê axa xwe neterikînin. Em ê Kurdistanê ji zîhniyeta faşîst paqij bikin." Piştî daxuyaniyê Seydayê Xelatî mafê axaftinê wergirt û got, "Li di devera cîhanê zîhniyeteke ku jin, zarok, extiyaran dikujin nehatiye dîtin. Zîhniyeta ku bi qedexekirina derketina derve re dest bi komkujiyan kiriye, nehatiye dîtin. Ev çi wijdan e, çi mirovahî ye. Li hemberî van êrîşan û polîtîkayên tinekirinê em ê berxwedana xwe mezin bikin."

HEZEX

Li Hezexê bi hezaran welatî li parka Aştî li hev civiyan. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş, rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê û Hevşaredarên Hezexê jî di nav de, girseya gel ber bi avahiya HDP'ê ya navçeyê bi bilindkirina pankarta bi nivîsa "Em ê bi berxwedanê re bi ser bikevin" meşiya. Piştî meşê li ber avahiyê Hevberdevkê Meclîsa Gel a Hezexê Husnu Babat daxuyanî da çapemeniyê. Babat destnîşan kir ku gelê Kurd di daxwaza xwe ya xwerêveberiyê de bi sirar e û ew ê li hemberî her şêwe êrîşan berxwedana xwerêveberiyê bidomînin.

Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş jî diyar kir ku li Kurdistanê AKP bi tank û topan li dijî gelê Kurd şer dimeşîne û got, "Bi vî şerî re wê berxwedana gelê Kurd bi ti awayî nikare bê şikandin. Ev şer, dewama polîtîkaya înkarê ya sed sale dewam dike ye. Gelê Kurd wê berxwedana xwe bidomîne."