Li Edeneyê HDP, HDK, KJA, TUHAD-FED, DEM-GENÇ, MKM, KURDÎ-DER û MEYA-DER bi armanca protestokirina operasyonên tinekirinê û salvegera qelîamam Roboskiyê banga jiyanê rawestînin hat kirin.
Têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî hat dayîn û wiha got: “ Ji bo qetlîamên duh li Roboskî îro li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Dêrik û Farqînê tê jiyan kirin bêje raweste. Ne çin dibistanê, nexweşxanê, cihê kar jiyanê rawestîne. 28’ê Kanûnê roja Dûşemê saet 12:00 de li pêşiya avahiya rêxitina HDP’ê ya bajarê Edenê kom dibin. Bang li hemû gelê xwe dikin hê bi hêztir bejdarî aktivîteyê bibin û têkoşînê bilind bikin.”