Li Kerboranê teqîna duyemîn

Li navçeya Kerboranê di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de li ber taxa Safa teqîneke mezin rû da. Hat ragihandin ku ambûlans sewqî herêmê hatiye kirin.

Li navçeya Kerboranê di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de li ber taxa Safa teqîneke mezin rû da. Hat ragihandin ku ambûlans sewqî herêmê hatiye kirin.

Li navçeya Kerborana Mêrdînê ku êrîş di roja 17'an de ne, berxwedan mezin dibe. Li navçeyê danê sibehê êrîş hatibûn zêdekirin. Di heman demê de hêzên dewletê xwestibûn bi wesayîtên zirxî bikevin nava taxê. Di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de teqînek mezin pêk hatibû.

Piştî nîvro jî bi heman awayî hêzên dewletê xwestin bi tank û wesayîtên zirxî bikevin nava Taxa Safayê. Di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqîneke dijwar rû da. Piştî teqînê ambûlans sewqî cihê bûyerê hat kirin. Têkildarî encamên bûyerê de agahî nehatin bi destxistin. 

Ji navçeyê hînê dengê çek û teqînan tê.