Deklarasyona çareseriya siyasî ya têkildarî xwerêveberiyan

Encamnameya Civata Ggiştî ya KCD'ê hat aşkerekirin. Deklarasyona bi serenavê "Deklarasyona çareseriya siyasî ya têkildarî xwerêveberiyan" ji aliyê Hevserokên KCD'ê ve bi Kurdî û Tirkî hatin xwendin.

Kombûna Civata Giştî ya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a duh li Amedê destpê kir, bi dawî bû. Di nava du rojan de li ser "xwerêveberiyê nîqaş hatin meşandin. Di encama nîqaşan de bi serenavê "Deklarasyona çareseriya siyasî ya têkildarî xwerêveberiyan" encamname hat aşkerekirin. Encamname ji aliyê Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle ve bi zimanên Kurdî û Tirkî hat xwendin.

Encamnameya Civata Giştî ya KCD'ê bi vî rengî ye:

"Rojhilata Navîn a ku Tirkiye û Kurdistan jî di nav de ne di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Di roja me de kapîtalîzma kurewî kaoseke kûr dijî. Ev kaos herî zêde li heremên wekî Rojhilata Navîn, Mezopotamya û Anatolyayê bandor dike. Bi vê ve girêdayî hemû hêzên cîhanê li ser heremê hesaban dikin.

Di demên kaosê de ji ber pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî, çandî û leşkerî, pirsgirêkên nasnameya neteweyî, azadî û demokrasiyê jî, di vê sedsala me de nehatine çareserkirin. Ji ber vê jî sazûmaniyên ku pergala kevin pênase dikirin yek bi yek ji holê rabûne û alternatîfên nû yên demokratîk derketine holê.

Di demeke wisa dîrokî de, ji aliyê Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve di Newroza 2013'an de ji bo hemû civakên Tirkiye û dinyayê, bang hate kirin. Bêguman divê çareseriya pirsgirêkên welatê me di çarçoveya muzakereyên kûr û pêbawer de, bi erêkirina meclîsa mezin a Tirkiyeyê pêk were. Jixwe piştî deklerasyona ku di Newroza 2013'an de ji aliyê Birêz Ocalan ve hatibû eşkerekirin de jî, ev hatibû hedefgirtin. Êdî wê çek bihatana rawestandin û diyalog bi pêş biketa.

Terza têkoşîna nû wê fikir û siyaseta demokratîk bûya, lê mixabin ev rêya rasteqîn a çareseriyê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve wekî polîtikaya awiqandin û tasfiyeyê hat berovajîkirin. Belgeya mutabakatê ku di 28'e Sibatê de li Qesra Dolmabahçeyê hat aşkerekirin û peywirdarên hikûmetê jî amade bûn, ji aliyê serokwezîr ve hate redkirin. Piştî vê, ligel nêzîkbûyîna maqûl û çareserker a ku ji aliyê hemû derdorên pêvendîdar ve hatibû erêkirin jî, li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdûllah Ocalan girankirina pêvajoya tecrîdê û ji holêrakirina belgeyê da xuyakirin ku, di derbarê pirsgirêka kurd de polîtikayeke bi rêk û pêk a AKP'ê tuneye. Dîsa bi awayekî aşkere derket holê ku, armanc bi zext û şer ji holê rakirina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd e.

Îradeya gel a ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an derket holê, bersivdayîneke gelan a xurt a ji bo pirsgirêka gelê kurd, û pêvajoya aştî û demokratîkbûyînê bû. Dîsa ev helwesta gelan ku ji sindoqan derket di heman demê de ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û bi riya aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd bû. Lê mixabin nenaskirin û nepejirandina vê encama ku ji aliyê gel ve hatibû danîn û wê Tirkiye ji pirsgirêkên xwe rizgar bikirana, fersendeke dîrokî ji dest hat filitandin. Bêerkhiştina parlementoyê û desteserkirana burokrasiyê ya ji aliyê Tayip Erdogan derdora wî û rêvebiriya AKP'ê ve, bi derbeyeke siyasî encamên 7'ê Hezîranê ji holê hatin rakirin û ev pêvajo ji xwe re kirin sergirtina polîtikaya şer.

Piştî bidawîkirina hevdîtinên Îmraliyê û tinehesibandina mûtabakatê, girtina biryara şer û êrîşên hewayî û bejahî yên qadên gerîla û feraseta çewisandina daxwazên rewa û demokratîk ên gelê kurd, li hin bajar û bajarokan bi însîyatîfa meclîsên gel rêveberiyên xweser hatin îlankirin. Di van cihên ku rêveberiyên xweser hatine îlankirin de, ev saleke ku di bin navê "ewlehiya civakî" de, li hemberî siyasetmedar, hilbijartî û ciwanên gelê kurd, êrîşên tund hatine destpêkirin. Ev jî bû sedem ku, li hemberî vê êrîşê, gel bi kolandina xendek û bendên xweparastina cewherî bide destpêkirin. Ev tiştê ku îro di bin navê xendekan de tê nîqaşkirin û bûye sedema bingehîn a meşrûkirina êrîşên terorwarî yên dewletê, di rastiyê de têkoşîna gel a li hemberî van êrîşan xweparastin, xwerêvebirin û înşakirina demokrasiya heremî ye. Ji ber ku tu mafekî gelê kurd ê hiqûqî, siyasî û civakî nayê pejirandin, gelê kurd jî bi berxwedana xwe ya cewherî ketiye nav pêvajoya têkoşînê.

Ev têkoşîna civakî li hemberî helwesta desthilatparêz, navendî û feraseta desthilatdariya mêrane, alternatîfa bi feraseta siyaseteke demokratîk rêvebirin, bi hev re jiyîn û di çarçoveya statuyeke siyasî de çareserkirina pirsgirêka kurd esas digire. Ev jî tê wê wateyê ku, di bingeha xwe de pirsgirêk, pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye. Daxwaza demokrasî û azadiyê di bingeha xwe de daxwaza statuya siyasî ye. Ji bo wê, divê çareserî jî bi rêbazên muzakereyên siyasî be. Bi vê mebestê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên ku tên jiyîn, divê rêyên diyalog û muzakereyan ji nû ve bikevin meriyetê. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî bi rêk û pêk bimeşe û çareseriyeke mayinde derbikeve holê, em azadiya Birêz Ocalan wekî şertekî jêneger dibînin.

Di vê çarçoveyê de wekî ku di serî de ji aliyê KCD'ê ve ji raya giştî re hatibû aşkerekirin û di bernameyên HDK, DBP û HDP'ê de jî cih girtibû, em naveroka xweseriya demokratîk careke din ji raya giştî re deklere dikin. Bi vî awayî armanca xwebirêvebirina gelê me çi ye û gelê me çi dixwaze, wê baştir were fêmkirin.

Îro li hemû cîhanê feraseta birêvebirinê ya ku tê pejirandin, bênîqaş demokrasî ye. Demokrasiya heremî û naskirina azadiya cihêrengiyan, hêmanên bingehîn ên demokrasiya îroyîn in. Rewabûna rêvebiriyên demokratîk ne ji navendê birêvebirina her kolan, tax, navçe û bajarî ye. Rêvebirina demokratîk a rasteqîn, demokrasiya heremî ya xwecihî û cewherî ye. Êdî di cîhanê de demokrasiya ku xweseriya civakan nepejirîne nemaye. Êdî tê zanîn demokrasiya ku wan mafan nepejirîne, nikare bibe demokrasiyeke pêşketî.

Her kesê ku li rabûrdûya dîrokî ya Tirkiyeyê binihêre û bi awayekî rasyonel bifikire wê bibîne ku li gorî pirrengî, pirdengî, pircivakî gel heya serjimêrê û rastiya berfirehiya erdnîgariya Tirkiyeyê, rêveberiya herî derbasdar xweseriya demokratîk e. Ev rêbaz wê di heman demê de, bi wayekî adilane çareserkirina pirsgirêka kurd jî bi xwe re bîne.

Bi mehan e li cihê ku xweseriya demokratîk hatiye îlankirin, êrîşên leşkerî yên bi tank û top û her cure çekên giran tên bikaranîn. Ev êrîşên ku bi armanca çewisandin û qetlîamên li ser gel tên birêvebirin, di bin sedemên birîndarbûn, mirin û di heman demê de wêrankirina berhemên dîrokî. Li bajaran mîrateyên me yên çandî, dîrokî û şûnwarên olî tên şewitandin. Gelê kurd jî hem ji cihên ku xweseriya demokratîk îlan kirine û hem jî li hemû cihên ku dijîn, têkoşîna xwe bilind dike. Ev têkoşîna gelê kurd a demokratîk û rewa wê teqez bi ser bikeve. Ev kesên ku êrîşî van daxwazên rewa dikin dê hem li Tirkiyeya demokratîk û hem jî li hemberî dîrok û mirovahiyê werin darizandin.

Em wekî KCD, bi her awayî xwedî li van xweseriyên demokratîk derdikevin û piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe ya mafdar û rewa. Em tevlîbûn û piştgirîdayîna hemû gelê kurd û gelên Tirkiyeyê, xwedîderketina li vê têkoşînê, wekî têkoşîna demokrasî û azadiyê dibînin. Tiştên ku niha tên jiyîn ne ew tiştên ku AKP wekî pirsgirêka xendek û barîkatan dibîne ne. Ev pirsgirêk pirsgirêka demokrasiyê ye. Polîtîkaya AKP'e ya êrîşkar di esasê xwe de nepejirandina îradeya gel, demokrasiya xwecihî û di heman demê de daxwaza têkbirina vê îradeyê ye. Pirsgirikên ku tên jiyîn, ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên siyasî û demokratîk in. Çaresekirina pirsgirêk û bidawikirina şer, tenê bi nêzîkatiya feraseteke demokratîk pêkan e. Diyar e ku pirsgirêkeke bingehîn a wek pirsgirêka kurd dê teqez rê li pêşiya kûrbûn û xurtbûna têkoşînê veke.

KCD di Civata Giştî ya berfirehkirî ya awarte de bi nîqaşên du rojan ên hûr û kûr gihîştiye vê encamê ku, divê naveroka xwerêvebirina cewherî were tijekirin û lê were xwedîderketin. Dîsa gihîştiye vê biryarê ku wê li hemberî polîtîkayên şer û çewisandinê piştgiriyê bide têkoşîna xweparastina cewherî, ku mafê hemû takekes û civakê ya herî rewa ye. Bi vê ve girêdayî biryara destpêkirin û pêkanîna înşaya civakî ya nû jî, hatiye dayin.

Di çarçoveya xweseriya demokratîk de çareserkirina pirsgirêka kurd, ji demokratîkbûyîna Tirkiyeyê cihê nayê destgirtin. Di rasteqîniya Tirkiyeyê de li derveyî xweseriya demokratîk rêyeke din a demokratîkbûyîna Tirkiyeyê nepêkan e. Li gorî vê xweseriya demokratîk bi her awayî gavên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne. Em wekî delegasyonên KCD'ê gavavêtinên di warê rêvebiriyên demokratîk de ji bo hemû gelên Tirkiyeyê pêwîst û gavên rasteqîn dibînin. Bêguman demokrasiya heremî dê ji bo hemû qad, herem û pêdiviyên civakê li gorî hereman teşeyên cihê bigire. Demokratîkbûyîn ji ber ku wê li gorî pirengî û pirdengiyê bi pêş bikeve û ji bo hemûyan derfetên zagonî biafirîne, dîzayînkirina li gorî hereman a demokrasiyê wê zehmet nebe.

Ji bo dawîanîna nîqaşên di der barê xweseriya demokratîk de, divê dûreparêziyên li hemberî şertê rêvebiriyên xweser ên herêmî yên Konseya Ewropayê bên rakirin, li gel vê xalên ku di der barê tespîtkirina qadên berpirsiyarî yên xweseriya demokratîk de hatine rêzkirin wê tenê ne ji bo pirsgirêka kurd, ji bo hemû pirsgirêkên siyasî, civakî û rêvebirî deriyeke çareseriyê veke.

Di vê çarçoveyê de

1- Di seranserê welatî de li gorî nêzîkbûn û têkiliyên çandî, aborî û erdnîgarî, bi tevlîbûna yek an jî çend bajarên cîran, heremên xweser ên demokratîk bên tespîtkirin.

2.Ev hemû heremên xweser an jî bajar divê li gorî bingeheke demokratîk ji aliyê meclîsan û rêvebiriyên ku ji meclîsan hatine hilbijartin ve li gorî destûra bingehîn nû ya demokratîk a Tirkiyeyê bên birêvebirin. Li gel vê divê temsîlkarên herêmên xweser bi awayekî temsîlî xwe tevlî rêvebiriya meclîsa navendî, TBMM'ê bikin.

3-Hemû wesayeta navendî ya li ser meclîsên heremî were bidawîkirin, erka jikargirtina hilbijartiyan were rakirin. Derveyî çavdêriyên ku li gorî pîvanên destûra bingehîn a nû ya bingehîn hatine destnîşankirin, hemû wesayetên desteyên navendî yên li ser rêveberî û demokrasiya heremî bên hilanîn.

4- Divê, li bajar û heremên xweser rasterast tevlîbûna meclîsên tax, gund, navçe û bajaran, ên jin û ciwanan, komên ol û baweriyan cuda û rêxistinên civakî û sivîl, di pêvajoya biryar û çavderiyê de bê pêkanîn.

5- Ji bo kûrbûn û berfirehbûna demokrasiyê, ji bo pêkanîna jiyaneke azad û demokratîk divê di hemû mekanîzmayên biryargirtin û xwerêvebirinê de temsîliyeta jinan bi awayakî wekhev bê parastin û pêkanîn. Li gorî pêdiviyên jinan meclîs, komun û saziyên civakî bên avakirin. Di sazîbûn û biryardayînên têkildarê jinan de, meclîsên jinan xwedî biryar bin. Di hemû qadan de rêxistinbûyina jinan a azad û xweser bê naskirin.

6- Divê ciwan di mekanîzmayên biryar û organên rêveberiyên xweser de cih bigirin. Ji bo vê jî tevlîbûn û rêxistinbûyineke xweser a ciwanan pêk bê.

7- Di hemû astan de kar û barên perwerdeya bi zimanê dayikê, ji rêveberiyên heremî re were hiştin. Li gel Tirkî hemû zimanên zikmakî jî, bibin zimanê perwerdehiyê. Di mufredata perwerdehiyê de, li derveyî mufredata giştî, di destûra bingehîn a demokratîk de, çarçoveya nirxên gerdûnî esas bên girtin, çand, dîrok û taybetiyên heremî li gorî pêdivî û taybetiyên heremî li mufredatê bên zêdekirin. Li gel Tirkî zimanên herêmî jî wekî zimanên fermî bên qebûlkirin.

8- Di qadên çand, ziman û dîrokê de bi her awayî xebat bên kirin. Di heman demê de saziyên ku di der barê ol û baweriyê de xizmetê didin wekî saziyên serbixwe bên birêxistinkirin.

9- Di hemû astan de xizmetên tenduristî û tedawiyê ji aliyê rêveberiyên xweser ve bên dayin.

10- Divê xizmetên dadê û darazê li gorî modela rêveberiyên herêmên xweser ji nû ve bên sazkirin

11- Çavkaniyên enerjî yên wekî av û axê di çarçoveya feraseta ekolojîk de, li gorî sûdwergirtina civakê bê xebitandin û kontrolkirin û erka pargirtina ji hilberînê ji rêvebiriya heremên xweser re bê hiştin. Divê erka rêveberiyên xweser a ku hemû qadên çandinî, sewalkarî, pîşesazî û bazirganiyê jî tê de, di hemû qadan de, bêyî ku li dijî esesên destûra bingehîn a demokratîk a nû bin, sazkirina hemû yekîneyên hilberînê, piştgirîdayina sazkaran, dayîna hîbeyê û alîkariya aborî di dest rêvebiriyên heremî yên xweser de bin.

12. Di çarçoveya xizmetên veguhaztinê de erk û kontrola hemû rêyên veguhaztinê (hewayî, bejayî û deryayî) yên nava bajar, bi destê rêvebiriyên xweser be. Xizmetên trafîkê, bi xizmetên saziyên giştî yên navendî ve girêdayî, divê ji aliyê rêveberiyên xweser ve bên birêvebirin.

13- Ji bo pêkanîna xizmetên ku li jor hatine diyarkirin, plansaziya butçeya heremî, dewrî rêvebiriyên heremî yên xweser bê kirin û di plansazya butçeyê de feraseta ramana jinane esas bê girtin. Di peymanên ku dê bi navend û heremên din re werin çêkirin de, li gorî rêgeza heqaniyetê hinek bac ji aliye yekîneyên rêvebiriyên xweser ve bên komkirin. Ji hemû hatinên bacên ku navend ji hereman kom dike, para rêvebiriyên heremî bê veqetandin. Divê navend li gorî cudahiyên pêşketinî yên navbera hereman, ji aliyê butçeyê ve tedbîran bigire.

14- Di bin venêrîna revebiriyên herêmên xweser de hemû yekîneyên ewlehiyê yên fermî bên sazkirin. Ev yekîne, di çarçoveya Destûra Bingehîn de bi hêzên navendî yên parastinê re, di nav koordîneyekê de xebatê bikin.

Wekî encam;

Ji bo yekîtiya Tirkiyeya demokratîk û dahatuya gelan a hevpar, ji bo pêkhatina xerêvebiriyên cewherî yên demokratik û çêkirina destûra bingehîn demokratik, ku van azadî û mafan biparêze, jêneger e. Destûra Bingehîn li gorî van esasan ji bo azadî û jiyaneke demokratik a hemû beşên civakê, etnîsîteyên cuda û komên baweriyan, pêwist e. Pergaleke siyasî, civakî û destûra bingehîn ku tenê ji bo neteweyekê, komekê û civakekê jiyaneke azad û demokratîk ji xwe re bike armanc û mafên yên din nas neke,divê neye fikirîn. Têkoşîna me ya xweseriyê bi qasî ku ji bo kurdan e, ewqas jî ji bo tirkan û hemû etnîsîteyên din, komên baweriyan, yên nedîtî, bindest û belengazan jî têkoşîna azadî û demokrasiyêye. Em bawerin ku, ev modela me ya xweseriya demokratik ji bo kaos û tevliheviya ku di Rojhilata Navîn têde ye, jî dê bibe mînaka berbiçav a xelasî û jêderkatina ji kaosê. Ev model wê ji bo bi awayekî demokratik çareserkirina piregirêkên welat û heremî yên gelên me ku, ev hezar salin bi hev re dijîn, pêşevaniyê bike.

Ev deklerasyon bi lêgerîna nîqaşên çalak û lihevkirinê ye. Ji pêşniyar û rexneyan re jî vekiriye.

Di vê çarçoveyê de, divê şer werin bidawîkirin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo çareseriyeke siyasî, em bang li hemû hêzên demokratik û azadîxwaz, partiyên siyasî, şexsiyet, rûsipî û kom û saziyên olî dikin ku, piştgiriyê bidin têkoşîna mafdar û rewa ya gelê kurd.

Em bang li hemû beşên civakî yên kurd û partiyên siyasî dikin ku, bi ruhê yekîtiya neteweyî li têkoşîna gelê kurd xwedî derkevin.

Em bang li hemû gel û saziyên cîhanî dikin ku di daxwazên rewa û azadixwaz ên gelê kurd de alîkar bin."