Li Cizîrê dema derbasbûna wesayîta zirxî teqîn pêk hat

Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk li hember berxwedana xwerêveberiyan didome, hat diyarkirin ku dema wesayîtek zirxî ya gelek polîs û leşker tê de hewl da bikeve Taxa Nûrê teqînek mezin pêk hat.

Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk li hember berxwedana xwerêveberiyan didome, hat diyarkirin ku dema wesayîtek zirxî ya gelek polîs û leşker tê de hewl da bikeve Taxa Nûrê teqînek mezin pêk hat. Hate ragihandin ku ji ber teqînê her du wesayît jî bêkêr bûne, gelek leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dane.

Tevî pêkanînên terorê û êrîşên dewleta Tirk ên 14 rojan jî berxwedana gel li Cizîrê didome. Danê nîvro di ketina Taxa Nûrê de 2 teqînên mezin pêk hatin. Di teqîna yekemîn a ku dema wesayîta zirxî ya Kobra ku di hundir de gelek polîs û leşker hebûn, dema ji ser Cadeya Kûramî hewl da bikeve Taxa Nûrê pêk hat, wesayîta zirxî parçe parçe bû. Dema wesayîta zirxî ya li pişt jî nêzî wesayîta zirxî ya parçebûyî hat, teqîna duyem jî rû da. Di vê teqînê de jî wesayîta zirxî ya li pişt jî bêkêr bû. Piştî teqînê tax hate topbarankirin, wesayîtên zirxî bi tankan ve ji cadeyê kişandin.

Hate ragihandin ku dema teqînan de gelek polîs û leşker mirine û bi helîkoptera leşkerî ya ji Tabûra Tankan hatiye jî rakirine Şirnexê.