Êrîşên li hemberî taxên berxwedêr ên Cizîrê zêde bûn

Hêzên dewlet Tirk, êrîşên xwe yên bi tank, top û çekên giran li hemberî taxên berxwedêr ên Cizîrê dikin, zêde kirin. Ciwanekî bi navê Mehmet Erîş, ji ber guleya polîsên tevgera taybet ên Tirk, birîndar bû.

Di roja 14. a berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê de, hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe danê nîvro zêdetir kirin. Leşker bi tank û topan êrîş li hemberî taxên berxwedêr Nûr, Cûdî, Yafes û Sûrê tên kirin. Polîs jî bi maşînên zirxî guleyan li taxan direşînin.

Hat ragihandin ku ji ber topbaranê gelek malan zerar dîtine û li maleke li taxa Sûrê jî ji ber topbaranê şewat derketiye. Li gelek cihên navçeyê dengê teqînên dijwar tên û dûxan radibe.

Li Kolana Bîlek a di navbera taxên Yafes û Alîbeyê de, ciwanê bi navê Mehmet Erîç (23), ji ber guleyên ji maşîna zirxî hatin reşandin, bi giranî birîndar bû. Bi bilindkirina ala spî re gel Erîç rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li nêzî girê Caferî Sadik a taxa Cûdî, mala Serokê Şaxê Egîtîm-Senê Osman Tetîk ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hat gulebarandin. Malbata Tetîk a li malê bû, ji bo ji guleyan xwe biparêze, daket jêrzemîna malê.

Hêzên xweparastinê jî bersivê didin êrîşên li hemberî taxan. Gel li dijî êrîşan tilîlî û dirûşmeya "Bijî berxwedana Cizîrê" diqîre û destekê dide hêzên xweparastinê.