Li Silopiyayê terora dewleta Tirk didome

Hêzên dewleta Tirk ên avêtin ser malên li Silopiyayê gelek kes binçavkirin, her wiha Mazlûm Ozmen û Îzbat Zeyrek ên duh hatibûn binçavkirin jî hatin girtin.

Hêzên dewleta Tirk ên avêtin ser malên li Silopiyayê gelek kes binçavkirin, her wiha Mazlûm Ozmen û Îzbat Zeyrek ên duh hatibûn binçavkirin jî hatin girtin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê terora dewleta Tirk di roja 16. de didome, tevî hemû êrîşan jî leşker û polîsên nikarin bikevin taxên xwerêveberiyê bi ser malan de digirin, qirkirinê bi binçavkirinê ve didomînin. Hate ragihandin ku di ser de girtinên malên li taxên Cûmhûriyet, Dîcle, Ofîsê gelek kes hatin binçavkirin.

2 KES HATIN GIRTIN

Duh di serdegirtinên malên li Taxa Cûmhûriyetê de Mazlûm Ozmen ê ku xebatkarê Amîrtiya Zabita ya Şaredariya Silopiyayê û Îzbat Zeyrek hatibûn binçavkirin, hatin girtin.