Cenazeyê Erkol ê HPG'yî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ceneyt Erkol (Cesûr Garzan) hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ceneyt Erkol (Cesûr Garzan) hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ceneyt Erkol (Cesûr Garzan) hat veşartin.
Malbata gerîlayê HPG'ê Cuneyt Erkol (Cesûr Garzan) ê di şerekî 22'ê Kanûnê yê li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, duh bi şev cenazeyê xwe ji Sêrtê anî Stenbolê. Cenaze ji aliyê Malbata Erkol û rêveberên Komeleya Malbatên Xizmên Winda Kirine (YAKAY-DER) ve hat pêşwazîkirin û îro danê sibehê merasîma ji bo cenaze hat lidarxistin.
Li dû merasîma li Mizgefta Hz. Yûnûs a li taxa Esentepe ya Sûltangaziyê, cenazeyê Erkol li Goristana Habîpler Yeşîl Yayla hat veşartin.