Kerboranî: Ne 19 rojan, bi salan jî bidome em ê li ber xwe bidin

Kerboraniyên ku bi berxwedaneke destanî, êrîşên qirkirinê di roja 19. de şikandin gotin, "Dibe ku di salên 90'î de êrîşî me kirin û gundên me tine kirin. Lê belê em ê êdî cihê xwe neterikînin. Em ê heta dawiyê têbikoşin."

Kerboraniyên ku bi berxwedaneke destanî, êrîşên qirkirinê di roja 19. de şikandin gotin, "Dibe ku di salên 90'î de êrîşî me kirin û gundên me tine kirin. Lê belê em ê êdî cihê xwe neterikînin. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Ne 19 rojan, eger bi salan êrîşî me bikin, em ê gaveke bi tenê jî paş de neavêjin."

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, gel li dijî êrîşên qirkirinê yên 19 rojan dewam kirin, berxwedaneke destanî nîşan da. Ji ber êrîşên dewletê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Hêzên dewletê bi tank, top û çekên xwe yên giran êrîş kirin, av, elektrîk li ser birîn, ambargo danîn ser navçeyê, lê tevî vê yekê jî ji wan nehat ku berxwedana gel bişikînin. Hêzên dewleta Tirk li ser vê yekê di roja 19. de neçar ma paş de gavê biavêje. Piştî rabûna qedexeyê, welatiyan di destpêkê de hev du ziyaret kirin.

Dayikek ku navê xwe nexwest aşkera bike anî ziman ku êrîşên qirkirinên 19 rojan bênavber dewam kirin û got, "Ev ax axa me ye. Yên vê derê biterikînin, ew in. Em ê li mala xwe, li ser axa xwe bin. Eger em ê bimirin, hingî em ê bi hev re bimirin. Lê em ê ti carî serê xwe li ber wan netewînin û em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em ji ti êrîşên wan netirsiyan. Belê, dibe ku ji ber çekan em nikarîbûn zêde derkevin derve, lê belê me nan û erzaqên xwe peyda dikirin."

Sabrî Yucel (64) diyar kir ku hêzên dewletê gule li her tiştê diliviya direşandin û anî ziman ku tevî malbata xwe ya ji 7 kesan, ew 19 rojan gelek caran rastî êrîşa dewletê hatin. Yucel da zanîn ku ti carî nêrîna terikandina navçeyê neketiye hişê wî û got, "Hewl didin me ji xaka me derxînin. Lê belê em li vir bimirin jî em ê axa xwe neterikînin. Bi salane em dibêjin aştî û em ê dîsa bêjin aştî. Bi panzeran, bi topan, bi maşînên zirxî careke din êrîş bikin, em ê dîsa li ber xwe bidin. Ji ber ku ev der cihê me ye, em bimirin jî em ê li vir bimirin."

Welatiyê bi navê Mehmet Demîr ê ku mala wî ji aliyê hêzên dewletê ve hat gulereşandin anî ziman, ku di êrîşan de cîrana wan birîndar bûne.

Demîr got, "Hevsera min ji bo rizgar bike, ala spî rakir û çû. Lê belê ji panzerê gule berdan û ji zendê hevsera min birîndar kirin. Bilindkirina ala spî bi kêr nayê. Ji malbata Gezgîncî ya cîranên me 2 jin birîndar bûn."

Demîr ragihand ku hewl tê dayîn bi zorê ew ji vê xakê werin derxistin û got, "Di salên 90'î de bi zorê em ji gundê me derxistin. Niha jî dixwazin me ji vir derxînin. Lê belê em ê êdî cihê xwe neterikînin. Ne 19 rojan eger bi salan jî bidome, em ê heta dawiyê têbikoşin."